Di teqîna li bajarê Tîanjîn de 17 kes mirin, 400 kes birîndar bûn

Ji ber teqîna li bajarê Tîanjîn ê Çînê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 400 kes birîndar bûn.

Ji ber teqîna li bajarê Tîanjîn ê Çînê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 400 kes birîndar bûn.

Li bajarê Çîn Tîanjînê, ji ber teqîna duh danê êvarê rû da 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 400 kes birîndar bûn.

Organên çapemeniyê yên fermî ragihandin ku ji ber şewitîna depoya ji madeyên şewatok a li bendergehê, teqînê rû daye.

Hat gotin ku rewşa tenduristiyê ya 32 ji 400 birîndaran xetere ye. Rayedarên nexweşxaneyên birîndar lê tên dermankirin da xuyakirin ku piraniya mirovên birîndar ji ber cam an jî parçeyên mîna wê li wan ketine, birîndar bûne.

Serokdewletê Çînê Xî Jînpîng banga alîkariya ji bo mexdûran û tevlîbûna li karê vemirandina şewatê kir.