Îran: Ji bo S-300'î peymana bi Rûsyayê re nêz e
Îran ku bi saya peymana atomê ya bi welatên Rojavayî re kir ji beşeke girîng a pêkanînan rizgar bû, dest bi xurtkirina kapasîteya parastinê ya artêşê kir.
Îran ku bi saya peymana atomê ya bi welatên Rojavayî re kir ji beşeke girîng a pêkanînan rizgar bû, dest bi xurtkirina kapasîteya parastinê ya artêşê kir.
Îran ku bi saya peymana atomê ya bi welatên Rojavayî re kir ji beşeke girîng a pêkanînan rizgar bû, dest bi xurtkirina kapasîteya parastinê ya artêşê kir. Rêveberiya Tehranê ragihand ku teslîmata fuzeyên S-300 a demeke dirêj e hewl dide ji Rûsyayê werbigire, nêz ê.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Farsê, Wezîrê Parastinê yê Îranê Huseyîn Deghan diyar kir ku kirÎna sîstema parastinê ya S-300 'gelekî nêz' e. Di dewama nûçeyê de Deghan got, "Dibe ku di hefteya pêş de bi Moskowê re peyman bê morkirin."
Li gorî nûçeyê, Wezîr diyar kir ku Îran wê modela herî nû ya fuzeyên parastinê yên S-300 bikire. Di nûçeyê de hat ragihandin ku rêveberiya Îranê fuzeyên S-300 li dijî gefa 'xeteriya DAIŞ'ê' xwestiye.
Der barê fuzeyên S-300 de di navbera Rûsya û Îranê de di sala 2007'an de li hev hatibû kirin. Lê belê ji ber biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya pêkanînên li hemberî Îranê, nikarîbû radest bike.
Îsraîl û DYA li dij derdikevin ku Îran fuzeyên parastinê yên S-300 werdigire. Îsraîl îdîa dike ku bi kirîna S-300 re wê Îran li herêmê polîtîkayeke 'hîn bêhtir êrîşkar' bimeşîne.