Meha Tîrmehê di asta rekorê de koçber herikîn Ewropayê

Di herikîna penaberan ber bi welatên Ewropayê de, meha Tîrmehê rekor şikand. Di vê mehê de li gorî par bi sê qatan zêdetir penaber hatin. Li gorî meha bihurî jî bi rêjeya ji sedî 50 hatina penaberan zêde bû.

Di herikîna penaberan ber bi welatên Ewropayê de, meha Tîrmehê rekor şikand. Di vê mehê de li gorî par bi sê qatan zêdetir penaber hatin. Li gorî meha bihurî jî bi rêjeya ji sedî 50 hatina penaberan zêde bû.

Li gorî hejmarên ji aliyê Ajansa Parastina Sînorê Ewropayê (Frontex) ve hatin weşandin, 107 hezar 500 koçber di meha Tîrmehê de gihaştine Ewropayê. Bi vî rengî trenda zêdebûnê ya sê meh in dewam dike, qat bi qat zêde bû. Di meha Hezîrane de hejmara koçberên bi qaçaxî ketibûn nava welatên Ewropayê, 70 hezar bû.

Li gorî hejmarên Frontex, li gorî rêjeya Tîrmeha sala 2014'an, hatina koçberan bi sê qatan zêde bû. Wekî din hat tespîtkirin ku di 7 mehên destpêkê yên sala 2015'an de bi giştî 340 hezar koçber hatine welatên Ewropayê. Di heman mehên sala 2014'an de ev hejmar 123 hezar 500 bû.

Ji van koçberan 50 hezar hatin Yewnanîstanê, 34 hezar Macarîstanê û 20 hezar jî hatin Îtalyayê. Piraniya koçberên hatin Yewnanîstanê xwe gihandin Lesbos, Chîos, Samos û girava Kos.

Di daxuyaniya Frontexê de hat ragihandin ku ji ber zêdebûna bi sê qatan a hejmara koçberan, saziyên kontrola sînor ên li Îtalya, Yewnanîstan û Macarîstanê ketine bin barekî giran û ji welatên din ên Ewropayê hat xwestin, ku destekê bidin van welatan.