KPRF: Bila xurekên qedexekirî ji welatên xizan re bên şandin

Operasyona tinekirina xurekên ji welatên pêkanîn danîne ser Rûsyayê dewam dikin. Kirîna xureka ji 5 welatên din jî hat qedexekirin.

Operasyona tinekirina xurekên ji welatên pêkanîn danîne ser Rûsyayê dewam dikin. Kirîna xureka ji 5 welatên din jî hat qedexekirin. Lê belê Partiya Komunîst nerazîbûn nîşanî tinekirina xurekên ji welatên qedexe hatine da û bang li Moskowê kir ku xurekên hatine desteserkirin, ji welatên xizan re bên şandin.

Piştî Yekîtiya Ewropa (YE), Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Kanada, Norwêc û Awûstralyayê ku ji ber krîza Ûkraynayê pêkanîn li hemberî Rûsyayê xistin beriyê, xurekên ji 5 welatên din jî tên, hatin qedexekirin. Wezareta Çandiniyê ya Rûsyayê kirîna xurekê ji Albaniya, Îzlanda, Karadag û Lîechtensteînê qedexe kir û da zanîn ku ji meha Çileyê û pê ve wê dawî li kirÎna xurekê ji Ûkraynayê bê anîn.

Ji van welatên hatine qedexekirin berhemên şîr, masî, goşt, fêkî û zebze tên.

Di hefteya bihurî de bi sedan ton xurekên ji van welatên qedexekirî hatin û ji aliyê wezîfedarên gumrukê yên li gelek herêman ve hatin desteserkirin, hatibûn îmhakirin. Beşeke mezin a ji van berheman, ji welatên ne qedexekirî yên weke Kazakîstan, Belarûs û Tirkiyeyê hatibûn firotin û hatibû îdîakirin ku ev berhem piştre bi belgeyên îxracatê ji Rûsyayê re hatibû şandin.

KOMUNÎST: BILA XUREKÊN HATINE DESTESERKIRIN JI WELATÊN XIZAN RE BÊN ŞANDIN

Li aliyê din, Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê (KPRF) ku duyemîn hêza herî mezin a li welêt e, xwest dawî li îmhakirina xurekên qedexekirî bê anîn. Parlamenterên KPRF ên dixwazin ev xurekên hatine desteserkirin ji bo armancên însanî werin bikaranîn bang li Meclîsa Rûsyayê Dûma kirin.

Parlamenterên di malpera înternetê ya Dûma de şîrove kirin, xwestin xurek ji xizanên li Rûsyayê yan jî ji welatên xizan re bên şandin. Di daxuyaniya hevpar a parlamenterên KPRF de hat gotin, "Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), zêdeyî 800 mîlyon mirov birçî ne û her sal bi mîlyonan mirov ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin. Lê belê Rûsya li pêş çavê cîhanê xurekê îmha dike."