Xebatkarê çapxaneya ku berpirsyarên komkujiya Charlîe Hebdo birayên Koûachî ket hundirê wê Lîlîan Lepêre, der heqê radyoyek û du qenalên televîzyonê de bi hinceta 'jiyana wan xistiye xeteriyê' doz vekir. Lepêre diyar kir ku wî xwe ji êrîşkaran veşartibû, lê bultenên nûçeyan di weşanên xwe de ev xweveşartina wî deşîfre kirine û bi vî rengî jiyana wî xistiye xeteriyê.
Du êrîşkarên bi navê Saîd û Şerîf Koûachî yên di 7'ê Çileyê de li kovara Charlîe Hebdo komkujî kirin, dema ji polîsan reviyan ketibûn çapxaneyeke li komuna Dammartîn-en-Goele. Êrîşkarên ku patronê çapxaneyê dîl girtin, haya wan ji xebatkare çapxaneyê Lîlîan Lepêre yê li bnê lavaboyeke li wir xwe veşartibû, tinebû.
Lê belê qenalên televîzyonê yên France 2 û TF1 û radyoya RMC di sibeha 9'ê Çileyê dema qewimîna bûyera rehîneyan de, di bultenên xwe yên nûçeyan de ragihandin ku li çapxaneyê kesekî din jî heye. Ji ber ku pêkan bû her du êrîşkaran jî nûçe dişopandin, bi vê yekê re jiyana Lepêre diket xeteriyê. Bûyera rehîneyan 8,5 saetan dewam kir û Lepêre heta destwerdana polîsan karîbû xwe veşêre.
Li gorî nûçeyên di medya Fransayê de hatin weşandin, Lîlîan Lepêre yê 26 salî, li dozgeriyê giliyê France 2, TF1 û RMC kir. Lepêre yê di 9'ê Tîrmehê de gilî kir, ji dozgeriyê xwest ev organên çapemeniyê yên jiyana wî xistiye nava xeteriyê, bên cezakirin.
Hat ragihandin ku piştî gilîkirinê Dozgeriya Parîsê roja Pêncşemê der heqê her sê organên medyayê de doz vekir.
Parêzerê Lepêre Antoîne Casûbolo Ferro der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku di çarçoveya gilîkirinê de wê weşanên 9'ê Çileyê yên her sê organên çapemeniyê bên lêkolînkirin.