Ji nîv mîlyon gêrîkan banga 'alîkariyê' li Merkel hat kirin

Nûnertiya Rêxistina Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) a Elmanyayê, li bexçeyê heywanan ê li bajarê Kolnê, çalakiyeke ne ji rêzê lidar xist.

Nûnertiya Rêxistina Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) a Elmanyayê, li bexçeyê heywanan ê li bajarê Kolnê, çalakiyeke ne ji rêzê lidar xist. Ekolojîstên endamên WWF, beriya serdana Serokwezîr Angela Merkel a ji bo Brezîlyayê, daxwazên xwe yên ji bo parastina daristanên Amazonan, li ser pelên bi sed hezaran gêrîkan hılgirtin, nivîsandin.

Ekolojîstan pelên biçûk ên li ser daxwazên xwe nivîsandî, danîn beşa bi qasî nîv mîlyon gêrîk lê bûn. Li ser pelên biçûk nivîsa 'Merkel ji bo parastina daristanên Amazonan zextê li hikûmeta Brezîlyayê bike' hatibû nivîsandin.

WWF bi vê çalakiya xwe ya ne ji rêzê re dixwaze Angela Merkel a roja Pêncşemê bi Serokdewleta Brezîlyayê Dîlma Roûssef re hevdîtinê bike, li dijî projeyên daristanên Amazonê yên tropîkal tine dikin, derkeve.

Li ser van pelên gêrîkan hilgirtin, dirûşmên 'Em Amazonê rizgar bikin', 'Piştgirî' û 'Merkel, hawar e' û bi dehan daxwazên din hatin nivîsandin.

Endamê Desteya Rêveber a WWF-Elmanya Chrîstoph Heînrîch got, "Girîng e hikûmeta Elmanya, vê serdana li Brezîlyayê, ji bo parastina daristanên Amazon ên tropîkal, weke nûkirina hewldanên kolektîf bi kar bîne."

Li gorî WWF, bi hin projeyên reformê yên li Brezîlyayê di rojevê de ne, gelek rezervên xwezayî wê ji bo berjewendiyên aboriyê, ji bikaranînê re bên vekirin. Rêxistin dide zanîn ku bi taybetî sektorên çandinî, maden û enerjiyê li pişt van projeyên dikarin jiyana xwezayî tine bikin, hene.