Li YE serê şexsekî 94 heta 179 kg xurek tê avêtin
Li gorî lêkolînên li ser îsrafa xureka li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), serê her kesî bi qasî 94 heta 179 kîlo xurek, bêyî bê bikaranîn tê avêtin.
Li gorî lêkolînên li ser îsrafa xureka li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), serê her kesî bi qasî 94 heta 179 kîlo xurek, bêyî bê bikaranîn tê avêtin.
Li gorî lêkolînên li ser îsrafa xureka li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), serê her kesî bi qasî 94 heta 179 kîlo xurek, bêyî bê bikaranîn tê avêtin.
Lêkolînên li ser îsrafa xurekê, bi qanûna ku di meha Gulanê de li Fransayê hat qebûlkirin, lê belê di 13'ê Tebaxê de ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve hat betalkirin re, careke din ket rojevê. Li gorî vê qanûnê, xwarina dema bidawîbûna bikaranînê nêz bûne û hînê dikarin bên bikaranîn, mecburî ye ku ji komeleyên alîkariyê re were dayîn.
Her çend ev qanûn hat betalkirin jî, kir ku nîqaşên li ser îsrafa xurekê ya li welatên Ewropayê, her di rojevê de be. Li gorî lêkolîna saziyek bi navê Bio Intelligence Service ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di sala 2010'an de kir, li gelemperiya welatên Ewropayê salane bi qasî 89 mîlyon ton xwarin tên avêtin. Ev yek jî tê wê wateyê ku serê her şexsî salane bi qasî 179 kîlo xurek tê avêtin.
Li gorî lêkolîna Bio Intelligence Service, ji sedî 5 ê xurekê, bêyî were firotin ji aliyê dikanan ve tê avêtin.
Li gorî lêkolîneke nû ya hefteya bihurî ji aliyê kovareke zanistiye ya bi navê Environmental Research Letters ve hat weşandin, xureka li welatên Yekîtiya Ewropayê tê îsrafkirin bi qasî 47 mîlyon ton e. Ev yek her çend li gorî lêkolîna sala 2010'an kêm be jî, tê wê wateyê ku serê her şexsî 94 kîlo xwarin hatiye avêtin.
ÎSRAF HERÎ ZÊDE LI BRÎTANYAYÊ, HERÎ KÊM LI ROMANYAYÊ TÊ KIRIN
Di çarçoveya lêkolîna li Environmental Research Letters hat weşandin de, ji malbatên li Elmanya, Danîmarka, Fînlandiya, Brîtanya Mezin, Hollanda û Romanyayê hat xwestin, ku xwarina mehekê diavêjin çopê, li cihekî binivîsînin. Li gorî encamên ji van welatan hatin bi dest xistin, derket holê ku xwarina li malan û restorantan hatiye avêtin 6 mîlyon ton e.
Ji sedî 20 ê vê xurekê qalik, hestî û sitiriyên divê werin avêtin e. Ji sedî 80 yanî 47 mîlyon ton jî xwarina dikare bê xwarin e.
Li gorî lêkolînê, dema îsraf li gorî welatan were hesabkirin, tê dîtin ku rêjeya xureka hatiye îsrafkirin ji 27 mîlyon heta 93 mîlyon ton e. Yanî eger lêkolîna li Romanyayê esas bê girtin 27 mîlyon ton, eger ya li Brîtanya Mezin esas bê girtin hingî 93 mîlyon ton îsraf hatiye kirin.