Li Sîrteyê di navbera DAIŞ'ê û komên herêmî de şerekî dijwar qewimî

Hat ragihandin ku li bajarê Sîrte yê Lîbyayê ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, komkujiyeke mezin rû daye.

Hat ragihandin ku li bajarê Sîrte yê Lîbyayê ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, komkujiyeke mezin rû daye. Di şerê navbera komên selefî yên destekê ji eşîrên xwecihî digirin û DAIŞ'ê de, tê gotin ku herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şerê ku çend roj berê ji ber kuştina oldarekî naskirî ji aliyê çeteyan ve destpê kir, dewam dike. Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê di şerê li bajêr de 42 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî Sefîrê Bilind ê Lîbyayê yê li Parîsê ji 150 heta 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Sefîrê Bilind Çîbanî Ebû Hamûd ji AFP'ê re peyivî û got, "Li Sîrte komkujiyek pêk tê." Ebû Hamûd anî ziman ku komên selefî yên mûxalîfê DAIŞ'ê ne û şêniyên herêmê hewl dane taxeke li bajêr rizgar bikin, lê piştre çeteyan tax careke din dagir kirine.

Ebû Hamûd ji civaka navneteweyî xwest ku li hemberî şer bêdeng nemîne û destwerdana leşkerî bike.

Piştî ku Mûammer Kaddafî ji desthilatdariyê hat xistin û hat kuştin, li Lîbyayê şerê di navbera hêzên cuda de her dijwar dibe. Xebatên Meclîsa hatiye hilbijartin a ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, li Tobrûkê dewam dike. Paytext Trablûs jî di destê komên Îslamî de ye. Ji bo her du hêzên cuda hikûmeteke hevpar ava bikin, hewldanên navbeynkariyê yên Neteweyên Yekbûyî hînê bi ser neketine.

Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ku di meha Hezîranê de bajarê Sîrte dagir kirin, hikûmeta li Trablûsê dabû xuyakirin ku ew ê ji bo rizgarkirina bajêr dest bi êrîşê bikin.