Li Ekvadorê greva giştî
Li Başûrê Amerîka welatê Ekvadorê, di greva giştî ya derdorên mûxalîf li hemberî Serokdewlet Rafael Correa dane destpêkirin de, bûyerên şîdetê qewimîn.
Li Başûrê Amerîka welatê Ekvadorê, di greva giştî ya derdorên mûxalîf li hemberî Serokdewlet Rafael Correa dane destpêkirin de, bûyerên şîdetê qewimîn.
Li Başûrê Amerîka welatê Ekvadorê, di greva giştî ya derdorên mûxalîf li hemberî Serokdewlet Rafael Correa dane destpêkirin de, bûyerên şîdetê qewimîn. Bi çalakiyên ku xwecihî jî destekê didin re, mûxalîf li dijî guhertina 16 xalên destûra bingehîn derdikevin.
Li paytexta Ekvador Qûîto, xwepêşandanên protestoyî yên roja Pêncşemê bi banga Eniya Sendîkayên Kedkaran (FUT) ve destpê kirin, bi beşdariya sed hezaran kesan pêk hatin. Komên ji bo mafên xwecihiyan jî têdikoş in, destek dan çalakiyan. Ji ber xwepêşandana li paytext Qûîto zêdeyî 5 hezar polîs hatin wezîfedarkirin.
Di dema çalakiyan de polîs û xwepêşandêr pev çûn û bi sedan kes birîndar bûn. Di dema bûyeran de, tevî lîderê tevgera bi navê Ecuarunarî ya ji bo mafên gelê xwecihî têdikoşe û hevsera wî ya rojnamevana Brezîlyayî Manûeal Pîcq, gelek kes hatin binçavkirin.
LI DIJÎ BACÊN GIRAN Û ERKA 'HILBIJARTINA BÊ DAWÎ'
Ji bo rûdana bûyerên mezin di xwepêşandana roja Pêncşemê de, guhertina 16 xalên destûra bingehîn ji aliyê Serokdewlet Rafael Correa sedem tê nîşandan. Tê gotin ku di nava van guhertinan de ya herî zêde rê li ber nerazîbûnan vedike; baca ji sedî 75 a hatineyên xeyrî menqûl û dayîna erkê 'hilbijarina bê dawî' ji bo serokdewletan e.
Bi xala dawî re, pêşî li Correa yê cara yekemîn di sala 2007'an de bi desteka partiyên çep ên navendî hatin hilbijartin hat vekirin ku di sala 2017'an de careke de were hilbijartin.
Xwecihiyên destekê didin çalakiyan jî li dijî bikaranîna petrol û madena li herêmên wan tên derxistin, derdikevin. Xwecihiyan di 2'ê Tebaxê de li Tûndayme ya 500 kîlometre dûrî paytext Qûîto, meşeke piştgiriyê ya mezin lidar xistibûn.
Li Ekvadora ji 15 mîlyon mirovan, yek ji çar parên nifûsê ji xwecihiyan pêk tê.