Bi armanca şermezarkirina xwepêşandanên nîjadperestî yên li bajarokê Heîdenaû yê Elmanyayê, ku veguheriye sembola êrîşên li dijî penaberan, bi hezaran kes daketin kolanan û ji penaberan re gotin "hûn bi xêr hatine". Di çalakiya li Dresdenê de bi qasî 5 hezar ke amade bûn.
Bi hezaran kesên beşdarî çalakiya li Dresdenê ya Tifaqa Antî-Nazî bûn, gotin û êrîşên nîjadperestî yên li hemberî penaberan şermezar kirin. Di çalakiya ku bi dirûşmeya "Penaber, hûn bi xêr hatine" hat lidarxistin de, pankarta bi nivîsa "Îro pêşî li pogmonên sibe bigirin" hat hilgirtin.
Polîsan diyar kirin ku hejmara beşdarên çalakiyê hezar e, lê organîzatoran ragihandin ku herî kêm 5 hezar kes beşdar bûne.
Li Elmanyayê êrîşên li hemberî penaberan di nava hefteyên dawî de zêde bûbûn. Li bajarê Dresdenê ku hejmara mirovên biyanî lê kêm e, navenda destpêkirina tevgera Ewropyiyên Welatparêz ên li dijî Îslambûyîna Ewropayê (Pegîda) bû, ku di dawiya sala 2014'an de vê tevgerê xwe da der.
Bajarokê Heîdenaû yê çend kîlometreyan li başûrê Dresdenê ye, bi êrîşên li dijî wargeha penaberan û pevçûna êrîşkaran bi polîsan re ketibû rojevê. Xwepêşandêrên ku alîgirên partiya qanûnî ya Neo Naziyan NPD jî di nav de bûn, bi polîsan re pev çûn û di van pevçûnên dawiya hefteya bihurî de 31 polîs birîndar bûbûn.
Biryara qedexekirina xwepêşandan a Dadgeha Îdarî ya Eyaletê roja Înê ji bo Heîdenaû dabû, duh ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû betalkirin. Ji bo vî bajarî, bi armanca pêşîgirtina li êrîşan hêzeke zêde ya polîsan hatibû şandin.