Karesateke din a koçberan: 76 cenaze hatin dîtin, bi sedan kes winda ne

Li Lîbyayê di encama du keştiyên ku koçber têde ne noqî avê bû herî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest da, 198 kes jî ji aliyê ekîbên Ewlehiya Perava Lîbyayê hatin rizgarkirin.

Li Lîbyayê di encama du keştiyên ku koçber têde ne noqî avê bû herî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest da, 198 kes jî ji aliyê ekîbên Ewlehiya Perava Lîbyayê hatin rizgarkirin. Rayedarên Xaça Sor bi guman in ku hejmara miriyan zêdetir bibin. Di keştiyê de li gor texmînan herî kêm 300 kes hebûn.

Rayedarê UNHCR di daxuyaniya xwe ya ji Cenevrê de gumanên xwe yê zêdebûna hejmara miriyan anî ziman û diyar kir hê jî negihiştine 200 kesên di keştiyê de qeza derbas kirine.

Rayedarê Xaça Sor Muhammed El Mastarî yê ji  AFP’ê axivî diyar kir ku heta niha ekîbên ewlehiya peravê gihiştine cenazeyên 76 kesan û 198 kes jî rizgar kirine.

 El Mastari wiha axivî: “Bi dehan windahî hene, lê em hejmareke diyar nizanin.”

Berpirsekî Ewlehiya Perava Lîbyayê jî got ku roja Pêncşemê li peravên bajarê Zouara qezayek çêbû; 30 kes mirin û bi dehan kes jî winda bûn.

Rayedar, destnîşan kir ku ên di keştiyê de ne  Afrîkayî ne.

Berdevkê UNHCR’ê, Rayedarê Melîssa Fleming di daxuyaniya îro de got, 2 keştiyên ku 500 kes têde li peravên bajarê Zoura yê Lîbyayê noqî avê bû. Rayedar got, “200 kesên di keştiyê de ne hê ji winda ne.”

Ji meha Çile ya 2015’an û vir ve herî kêm 300 hezar kesî Behra Spî derbas kir, 2500 kes jî di qezayên dema derbaskirina deryayê de jiyana xwe ji dest dan.