Dadgehê qedexekirina xwepêşandanên dijberiya penaberan erê kir
Li bajarokê Elmanya Heîdenaû, ku ev demeke ji ber xwepêşandanên dijberiya penaberan û pevçûnên bi polîsan re di rojevê de ye, xwepêşandan lê hat qedexekirin.
Li bajarokê Elmanya Heîdenaû, ku ev demeke ji ber xwepêşandanên dijberiya penaberan û pevçûnên bi polîsan re di rojevê de ye, xwepêşandan lê hat qedexekirin.
Li bajarokê Elmanya Heîdenaû, ku ev demeke ji ber xwepêşandanên dijberiya penaberan û pevçûnên bi polîsan re di rojevê de ye, xwepêşandan lê hat qedexekirin.
Li bajarokê Heîdenaû yê eyaleta Sachsen a li rojhilatê welêt, ev du hefte ne di çalakiyên rastgirên tund ên li dijî wargeha penaberan de, bûyer rû didin. Ji ber van bûyeran ku di dawiya hefteyê de zêdeyî 30 polîs tê de birîndar bûn, biryar hat dayîn ku xwepêşandan bên qedexekirin. Ev biryara qedexekirinê ji aliyê dadgehê ve hat erêkirin.
Dadgeha Îdare ya Eyaletê, ku li Dresdenê ye, biryarq Wezareta Karên Hundir a ji bo qedexekirina xwepêşandanê erê kir û bi vî rengî biryara dadgeheke jêr a ku qedexeya xwepêşandanan weke 'dij bi qanûnê' pênase kir, betal kir. Dadgehê duh destûra da ku xwepeşandana antî faşîstan a ji bo destekkirina penaberan bê lidarxistin û heta roja Duşemê hemû çalakî qedexe kir.
Li Heîdenaû, ji bo bicihkirina penaberan, qadeke berê ya bazarê weke wargeha penaberan hatibû amadekirin. Hefteya bihurî jî 250 penaber li vê derê hati bicihirin. Lê belê neo-Nazî li hemberî vê wargehê derdikevin û di xwepêşandanên xwe de bi polîsan re pev çûn. Di pevçûnan de 31 polîs birîndar bûn.
Piştî ku hat dîtin polîs têra bêdengkirina van bûyeran nake, Wezareta Karên Hundir a Eyaletê ji bo pêşî li bûyerên bi heman rengî bigire, hemû çalakiyên dawiya hefteyê qedexe kiribû.
Tevî biryara Dadgeha Îdare ya Eyaletê, ji bo pêşîgirtina li xwepeşandanên nîjadperestî, ji Heîdenaû yekîneyên nû yên polîsan hatin şandin.
Elmanya, xwe ji bo herikîna herî bilind a penaberan a ji sla 1992'an û vir ve amade dike. Li vî welatî ku par 202 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin, bi tenê di 7 mehên îsal de 217 hezar serlêdanên nû hatin kirin. Daîreya Koç û Penaberan a Federal (BAMF) texmîn dike ku hejmara serlêdanên îsal bigihêje 800 hezarî.