KENY banga bicihanîna agirbesta li Sûdana Başûr kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bang kir ku peymana ji bo qedandina şerê navxweyî yê li Sûdana Başûr bi cih were anîn.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bang kir ku peymana ji bo qedandina şerê navxweyî yê li Sûdana Başûr bi cih were anîn.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bang kir ku peymana ji bo qedandina şerê navxweyî yê li Sûdana Başûr bi cih were anîn. KENY xwest agirbesta di navbera aliyan de mayînde bibe û diyar kir ku li hemberî aliyê vê peymanê binpê bike, ew ê serî li pêkanînan bide.
Li Sûdana Başûr, ji bo qedandina şerê navxweyî yê 20 meh in dewam dike, roja Çarşemê li hev hatibû kirin. Bi peymana li Jûba hat morkirin re, biryar hat dayîn ku şer û pevçûn ji îro û pê ve bên qedandin û Serokdewlet Salva Kîîr jî ragihand ku ferman ji yekîneyên artêşê re hatiye dayîn ji roja Înê (duh) û pê ve şer nekin.
Di banga ji aliyê KENY ve hat kirin de hat xwestin ku agirbesta di nava 20 mehan de 7 caran hat îlankirin û herî zêde çend rojan dewam kir, careke din heman aqûbetê nejî. Di bangê de hat xwestin ku li gorî peymana roja Çarşemê hat morkirin, agirbesteke lezgîn û mayînde bi cih bê anîn û hat ragihandin ku li hemberî aliyê agirbestê xera bike ew ê serî li pêkanînan bidin.
Li Başûrê Sûdanê ku di sala 2011'an de ji Sûdanê qut bû û bû xwedî statuya dewleteke serbixwe, di navbera yekîneyên artêşê yên ser bi Serokdewlet Salva Kîîr û mûalîfên alîgirê alîkarê wî yê berê Rîek machar de ji Kanûna 2013'an û vir ve şer diqewime. Di vî şerî de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, 2,2 mîlyon mirov neçar man xaka xwe biterikînin.