Di nava hefteyekê de li El Salvadorê bi sedan kes hatin kuştin
Li El Salvador welatê Amerîka Navîn, tevî ku şer lê nîne jî yek ji welatê herî zêde mirov ji ber şîdetê lê tên kuştin e.
Li El Salvador welatê Amerîka Navîn, tevî ku şer lê nîne jî yek ji welatê herî zêde mirov ji ber şîdetê lê tên kuştin e.
Li El Salvador welatê Amerîka Navîn, tevî ku şer lê nîne jî yek ji welatê herî zêde mirov ji ber şîdetê lê tên kuştin e. Hat ragihandin ku di bûyerên hefteya dawî de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin, ku şîdeta polîsan a di xwepêşandanan de, yek ji sedemên rûdana vê encamê ye.
Li El Salvador a xwedî nifûsa 6 mîlyonî, hejmara mirovên di bûyerên şîdetê de jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibe. Li gorî nûçeya El Paîs a Spanyayê, ku agahiyên xwe dispêre rayedaren El Salvador, roja Pêncşemê 45 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku duh jî 51 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedaren El Salvador di hefteya bihurî de dabûn xuyakirin, ku bi tenê di nava sê rojan de 120 kes hatine kuştin.
Li El Salvadorê di sala bihurî de 3 hezar 942 kes hatin kuştin. Ev hejmar li gorî sala 2013'an bi 1.429 kesan zêde bûye. Bi vî rengî El Salvador, piştî cîranê xwe Hondûrasê, bû welatê duyemîn ê cîhanê ku tevî şer lê nîne jî, li gorî nifûsa xwe herî zêde cînayet diqewimin.
DESTWERDANA TUND A POLÎSAN HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIKE
Li El Salvador, destwerdana tund a polîsan a li xwepêşandanan, yek ji sedemên herî girîng ê zêdebûna mirinan tê nîşandan. Li gorî vê yekê, hejmara pevçûna di navbera polîsan û xwepeşandêran an jî çeteyên sûc, gelekî zêde bûye.
Tê gotin ku li vî welatî pevçûna di navbera çeteyên sûc de jî zêde bûye û ev yek bandorê li zêdebûna hejmara bûyerên mirinê dike.
Li El Salvadora ji 21 hezar kîlometreçarçikî û 6,3 mîlyon nifûsî, şerê navxweyî yê 12 salan rê li ber têkçûneke giran vekiribû. Di şerê 1980-1992'an ê di navbera Tifaqa Komargerên Neteweperest (ARENA) ên rastgirê tund û Eniya Azadiya Neteweyî ya Marksîst Farabûndo Martî (FMLN) de zêdeyî 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dabûn.
Şerê navxweyî bi Peymana Aştiyê ya Chapûltepec bi dawî bû. Piştî bidawîbûna vî şerî ARENA salên dûr û dirêj li ser desthilatdariyê ma. Di hilbijartinên 2009'an de jî FMLN hatibû ser desthilatdariyê.