Li Misirê cezayê îdamê li 12 endamên DAIŞ'ê hat birîn
Dadgehek li Misirê, bi sûcdariya 'endamên DAIŞ'ê ne û di komkujiyan de cih girtine' cezayê îdamê da 12 kesan.

Di dadgeha li wîlayeta Şarkiya ya li bakurê welêt de, li 12 kesên ku 6 ji wan girtî dihatin darizandin, cezayê îdamê hat birîn. Hat ragihandin ku ev kesên ceza li wan hatin birîn endamê rêxistina terorê DAIŞ'ê ne û di plankirina êrîşên li dijî hêzên ewlekariyê de cih girtine.
Hat gotin ku van kesan bi DAIŞ'ê re hevkarî kirine û hewl dane li Misirê hucreyekê ava bikin. Di dozeke din a ji ber heman darizandinê de, li 2 kesên di ser Facebookê propaganda DAIŞ'ê kirin, 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Hat ragihandin ku biryara dadgehê wê di 12'ê Îlonê de bê erêkirin, lê belê beriya vê wê nêrîna Miftiyê Misirê were girtin.
Li Misirê, piştî ku Mûhammed Mûrsî yê Biratiya Misilman destek dida wî bi darbeya leşkerî ji wezîfeyê hat girtin, gelek komên çekdar êrîşên çekdarî lidar xistin. Heta niha 1.400 kes di şer û pevçûnên li hemberî hev de jiyana xwe ji dest dane. Di êrîşên baskê DAIŞ'ê yê Misirê de, di mehên dawî de zêdeyî 100 leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan.