Hikûmeta Fransayê û sektora xurekê li dijî îsrafê li hev kirin

Li Fransayê, ji bo pêşî li îsrafa xurekê bê girtin, hikûmetê û rêze marketên mezin li hev kirin.

Li Fransayê, ji bo pêşî li îsrafa xurekê bê girtin, hikûmetê û rêze marketên mezin li hev kirin. Marketan û tomerîfiroşan soz dan ku, xwarin-xureka dema wan a bikaranînê kêm maye biqede, li şûna avêtinê binirxînin û alîkariya xurekê ya ji bo komeleyên alîkariyê zêdetir bikin.

Hat ragihandin ku di encama civîna duh a di navbera Wezîra Hawirdor û Ekolojiyê Ségolène Royal û nûnerên rêze marketên mezin ên xurekê de, li hev hatiye kirin. Li gorî vê yekê, bi armanca pêşîgirtina li îsrafê, rêze marketên xurekê wê berhemên di dest de mane, binirxînin.

Li gorî yek ji tedbîran, berhemên dema bikaranîna wan kêm maye biqede, wê ji komeleyên alîkariyê û komeleyên dewletê re bên dayîn.

Tê texmînkirin ku rêze marketên mezin ên xurekê, ji sedî 7 berpirsyarên îsrafa xureka li Fransayê ye. Tê zanîn ku li Fransayê serê her şexsî 30 heta40 kîlogramî, madeyên xwarinê tên avêtin.