Kesê li DYA rojnamevan qetil kir mir

Li eyaleta DYA Vîrgînîayê, hat ragihandin ku êrîşkarê di weşana zindî de du rojnamevan qetil kir û dûre gule berda xwe, li nexweşxaneyê mir.

Li eyaleta DYA Vîrgînîayê, hat ragihandin ku êrîşkarê di weşana zindî de du rojnamevan qetil kir û dûre gule berda xwe, li nexweşxaneyê mir.

Nûçegihanê 24 salî yê qenala WDBJ7 TV Alîson Parker û kameraman Adam Ward ê 27 salî, dema li bajarê Moneta di weşana zindî de bi mêvanekî re hevpeyvîn dikirin rastî êrîşa çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest dan.

Ev êrîşa ku ket rojeva tevahiya cîhanê, derket holê ku ji aliyê xebatkarê berê yê vê qenalê Veter Lee Flanagan ê 41 salî ve hatiye kirin. Piştî êrîşê polîsan dest bi lêgerîna êrîşkar kirin û di encamê de Flanagan di wesayîta xwe de bi awayekî birîndar dîtin. Hat tespîtkirin ku Flanagan întixar kiriye.

Êrîşkar piştre rakirin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku li nexweşxaneyê miriye.

Li gorî agahiyan, Flanagan ê du rojnamevan qetil kir, di karê rojnamevaniyê de navê Bryce Wîllîams bi kar dianî û di sala 2012'an de li qenala WDBJ7 TV dest bi kar kir. Flanagan piştî êrîşê, dîmen di ser Twîtterê parve kiribû.

Waliyê Eyaleta Vîrgînîa Terry McAûlîffe der barê bûyerê de daxuyaniyek da û got, "Em bawer in ku yê êrîşî rojnamevanan kiriye, xebatkarekî berê yê vê qenalê ye, ku di navbera wan de lihevnekirin hey. Ev ne çalakiyeke terorê ye, sûcekî adî ye."