Herikîna penaberan ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) dewam dike. Duh li gelek welatan bi sedan penaberan jiyana xwe ji dest dan. Piştî Derya Spî zêdebûna herikîna penaberan di ser welatên Balkanan re, drama penaberan derket asteke nû.
Elmanya ku tercîha beşeke girîng a penaberan e, di wê baweriyê de ye ku Peymana Dûblînê bê fonksiyon bûye.
Danê êvarê li derya nêzî bajarê Zuwar ê 160 km li rojavayê paytexta Lîbya Trablûsê ye, keştiyek tê de 400 penaber hebûn binav bû. Nîvê şevê cesedê 30 kesan hat dîtin. Li gorî agahiyên ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravê ya Lîbyayê hatin dayîn, cesedê 10 penaberan ji avê hatine derxistin.
Lê belê tê gotin, ku ji keştiya bi qasî 400 penaber tê de bûn de hejmara yên bi saxî filitîne 200 e. Fikar hene ku hemû penaberên din jiyana xwe ji dest dabin. Bi qasî 150 penaberên hatin rizgarkirin li kampa penaberan a Lampedûsa hatin bicihkirin.
Drama penaberan duh tevahiya şevê dewam kiribû. Li peravên girava Sîcîlya ya Îtalyayê, keştiya Poseîdon a Swêdê, 570 penaber rizgar kiribû, lê belê di keştiya ku penaber jê hatin rizgarkirin, herî kêm 52 cesed hatibû dîtin.
PIŞTÎ DERYAYÊ MIRINÊN LI BEJAHIYÊ
Tevî rêgeha Derya Spî herikîna penaberan a ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê ve, di ser welatên Balkanan jî dewam dike. Ev yek jî bû sedem ku li ser rûyê erdê jî dram rû bidin. Li Awûstûryayê qemyonek ku bi sedan cesedên penaberan tê de bûn, li kêleka rê sekinî, hat dîtin.
Qemyona berê ya şîrketeke li Slovakyayê bû û dûre ji aliyê şîrketeke kirêkirina wesayîtan a paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê ve hat bikaranîn, duh danê sibehê li ser rêya A4 a li eyaleta Bûrgenlandê bi awayekî terikandî hatibû dîtin. Midûrê polîsê eyaletê Hans Peter Doskozîl, danê êvaê daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara miriyan dibe ku 20, 40 an jî 50 be, lê hînê nehatiye zelalkirin.
Hat ragihandin ku li ser qemyonê nivîsên şîrketeke goşt a Slovakyayê nivîsandî bû. Di daxuyaniya ji aliyê şîrketê ve hat dayîn de hat ragihandin ku par 13 qemyonên wan hatine firotin.
Polîs diyar kir ku qemyona bi dehan koçber tê de bûn di sibeha Çarşemê de ji paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê ketiye ser rê, danê êvarê gihaştiye Awûstûryayê. Tê texmînkirin ku dema qemyon gihaştiye Awûstûryayê, penaberên tê de jiyana xwe ji dest dane.
JI BELGRADÊ 50 OTOBUS BI RÊ KETIN
Li aliyê din ji paytexta Sirbîstan Belgradê ku yek ji nuqteyên derbasbûnê yên penaberan e, hat îdîakirin ku bi qasî 1000 penaber bi otobusan ketine ser rê.
Rayedarekî ji gara otobusan a Belgradê diyar kri ku bi qasî 50 otobusên ji koçberan, ber bi bakurê welêt ve bi rê ketiye. Rayedar da zanîn ku ji sedî 10 heta 15 yên li otobusan siwar bûne welatiyên Sirbîstanê ne, yên din jî penaberên ji welatên Rojhilata Navîn in.
PEYMANA DÛBLÎNÊ TÊRÊ NEKIR; HÊVÎ LI NÎJER E!
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel di Civîna Bilind a Balkanên Rojava ya duh li Viyanayê pêk hat de ragihandin, ku Peyman Dûblînê ya 'penaber ji welatên destpêkê xwegihandiyê re bên şandin' bê bandor û fonksiyon maye. Merkel anî ziman ku welatên weke Yewnanîstan û Îtalya nema dikarin barê penaberiyê rakin û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
Merkel pêşniyara 'şandina beşek ji penaberan ji welatê Nîjerê' re parast. Li gorî vê pêşniyarê, penaberên mafê penaberiyê ji wan re nehatiye dayîn lê belê nikarin ji welatên jê hatine re bên şandin, bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî li Nîjerê bên bicihkirin.