Êrîşa li dijî cihên Romanan

Li Fransayê, di êrîşa li hemberî qadeke demkî ya Roman lê dijiyan de 3 Roman û jendermeyekî jiyana xwe ji dest dan.

Li Fransayê, di êrîşa li hemberî qadeke demkî ya Roman lê dijiyan de 3 Roman û jendermeyekî jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarokê Roye yê ser bi departman Somme ya li bakurê welêt, di komkujiya li qadeke Roman lê bi cih bûbûn de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku yek ji mirovên di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye pitikek 6 mehî û yek jî jendermeyekî ji bo destwerdana li bûyerê hatibû, ye. 

Wezîrê Karên Hundir ê Bernard Cazeneûve piştî komkujiyê daxuyanî da û diyar kir ku êrîşkar saet di 16:30 de ketiye qada karavanên Roman lê diman û ji heman malbatê jin û hevserê wê û pitika 6 mehî ya malê qetil kiriye. Cazeneûve da xuyakirin ku bi destwerdana jendermeyan re pêşî li rûdana drameke mezintir hatiye girtin.

Ji 2 jendermeyên dest li êrîşê werdan û rastî gulereşandinê hatin, yekî jiyana xwe ji dest da. Êrîşkarê ku alkol vexwaribû, bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.

Di mehên havînê de Romanên bi karavanan digerin, li gelek cihî rastî êrîşê rastgiran tên. Lîder Eniya Neteweyî (FN) Marîne Le Pen xwest erka hêzên ewlekariyê bê xurttirin û hejmara polîs û leşkeran were zêdekirin.

Lê Pen her wiha rexne kir ku Roman li gelemperiya welêt di karavanan de bimînin û diyar kri ku li gelek herêman şênyên bajar û komunan 'aciz' dikin.