Hat ragihandin ku hejmara penaberên roja Pêncşemê di qemyoneke li Awûstûrya de mirî hatine dîtin 71 ye. Li gorî agahiyan, şebekeya rê li ber vê dramê vekiriye, welatiyên Bûlgarîstan û Macarîstanê ne.
Qemyona sarincê ya ji Macarîstanê bi rê ket û tê de penaber hebûn, li ser rêya Viyanayê bi awayekî terikandî hatibû dîtin û 71 penaberên tê de jiyana xwe ji dest dabûn. Derketibû holê ku qemyon sibeha Çarşemê ji Bûdapeşteyê bi rê ketibû, şeva heman rojê ji sînor derbas bûbû û li ser rêya A4 sekinîbû.
Polîsê Awûstûryayê diyar kir ku yên jiyana xwe ji dest dane 59 jê mêr, 8 jin û çar jî zarok in. Polîs da zanîn ku li ser yek ji penaberên jiyana xwe ji dest daye pasaporta Sûriyeyê hatiye dîtin, lewma dibe ku penaberên din jî ji Sûriyeyê bin.
Piştî vê drama penaberan a welat rakir ser piyan, operasyon hatin meşandin û 7 kes hatin binçavkirin. Li Macarîstanê jî îfadeya 20 kesan hat girtin. Midûrê Polîsê Eyaleta Bûrgenland Hans Peter Doskozîl diyar kir ku 3 ji kesên li Macarîstanê îfadeyên wan hatin girtin, hînê girtî ne.
Hat ragihandin ku ji van kesên hatine binçavkirin yek jê Lubnaniyekî welatiyê Bûlgarîstanê, yek ji Bûlgar û yê din jî welatiyê Macarîstanê ye. Hînê nayê zanîn ku bazirganên mirovan wê radestî Awûstûryayê bên kirin an na.
Li aliyê din, tê payîn ku otopsiya penaberên di qemyona sarincê de jiyana xwe ji dest dane, di rojên pêş de temam bibe. Midûrê Polîsan Doskozîl diyar kir ku ew hînê sedema mirina penaberan nizanin, lê belê pêkane ji ber tinebûna hewayê fetisîne.