Hejmara mirovên bi nexweşiya Demans ketin gelekî zêde bû
Li gorî rapora dawî ya ji aliyê saziya bi navê Alzheimer’s Disease International (ADI) ve hat weşandin, hejmara mirovên bi nexweşiya demans (xurifînê) ketine, gihaştiye 46,8 mîlyonî.

Tê texmînkirin ku hejmara nexweşên Demans, bi bandora zêdebûna nifûsê û extiyarbûnê re wê di sala 2030 de 75 mîlyon, di sala 2050'î de jî bigihêje 130 mîlyonî.
Di raporê de hat ragihandin ku bi tenê di nava vê salê de 9,5 mîlyon nexweşên nû yên demansê rû dane û ji sedî 58 ê van nexweşan li welatên xwedî aboriya xizan an jî li ber pêşketinê ne, rû dane. Tê gotin ku ev rêje wê di sala 2030 de ji sedî 63 û di sala 2050'î de jî bigihêje ji sedî 68'an.
Ji nexweşên demansê, ku beşeke girîng a ji wan Alzheimer ne, 9,8 mîlyon li welatên Rojhilata Dûr, 7,4 mîlyon li Rojavayê Ewropayê û 5,1 mîlyon jî li welatên Başûrê Asyayê dijîn. 4,8 mîlyon ji van nexweşan li Bakurê Amerîkayê dijîn.
SALANE 818 MÎLYAR DOLAR
Li gorî agahiyên di rapora ADI de cih digire, ji bo têkoşîna li hemberî nexweşiya demansê, di sala 2015'an de li gelemperiay cîhanê wê 818 mîlyar dolar were xerckirin. Ev jî li gorî sala 2010'an tê wateya zêdebûna ji sedî 35'an.
Di raporê de hat ragihandin ku li hemberî nexweşiya demansê wê di sala 2018'an de 1 trîlyon dolar, di sala 2030 de jî dibe ku 2 trîlyon dolar bê xerckirin.