Gelê Gûatemala dixwaze serokê 'tevlî karên ne li rê bûye' îstifa bike
Li welatê Amerîka Navîn Gûatemalayê, xwepêşandanê li hemberî Serokdewletê tevlî karê nelirêtiya bacê bûye, dewam dikin.
Li welatê Amerîka Navîn Gûatemalayê, xwepêşandanê li hemberî Serokdewletê tevlî karê nelirêtiya bacê bûye, dewam dikin.
Li welatê Amerîka Navîn Gûatemalayê, xwepêşandanê li hemberî Serokdewletê tevlî karê nelirêtiya bacê bûye, dewam dikin.
Li Gûatemalayê, ku beşeke girîng a nifûsa wê ji xwecihiyan pêk tê, nerazîbûna gel a li hemberî soretiyên nelirêtiyê yên Serokdewlet, zêde dibe. Bi deh hezaran kesên di rojên dawî de dadikevin kolanan dixwazin serok Otto Perez Molîna îstifa bike.
Otto Perez Molîna yê bi tifaqa partiyên rastgir re di sala 2011'an de bû serokdewlet û alîkarên wî, tên sûcdarkirin ku rêxistineke mafya ya bi navê 'la Lînea' ya di bacên gumrukê de nelirêtiyê dike, ava kirine. Alîkarê Molîna Roxana Baldettî di meha Gulanê de neçar mabû îstifa bike û piştre hatibû girtin û li girtîgehê hatibû bicihkirin. Lê belê Molîna yê ku dema wî ya wezîfeyê di sala 20166'an de diqede, tevî gelek delîlan jî ji bo îstifa neke bi israr li ber xwe dide.
XWECIHÎ Û DÊRA KATOLÎK DESTEKÊ DIDIN ÇALAKIYÊ
Mûxalefeta gel a li dijî Molîna, ku beriya çend mehan destpê kir, di hefteya dawî de bi xwepêşandanên mezin dewam dike. Nûnerên gelê xwecihî ku ji sedî 40 ê nifûsa welêt e, Dêra Katolîk û zanîngeh destekê didin çalakiyan û dixwazin Molîna îstifa bike û bê darizandin.
Rîgoberta Menchû ku di sala 1992'an de Xelata Aştiyê ya Nobelê stend destek da çalakgeran û destnîşan kir ku serokdewlet 'zerarê dide welêt û demokrasiyê.'
BI QEYDÊN DENG SÛC PIŞTRAST BÛ
Otto Perez Molîna îdîa dike ku ew tevlî rêxistina nelirêtiyê ya bi navê La Lînea nebûye. Lê berî çend rojan dozgeriyê qeyda deng weşand. Di qeyda deng de derket holê ku Molîna rayedarekî payebilind ê dewletê yê ku li gorî berjewendiyên La Lînea nedidît, west ji wezîfeyê bê avêtin.
Tevî Alîkarê Serokdewlet Roxana Baldattî, 158 kes ji rêxistina sûc a bi navê La Lînea tê lêpirsîn. Tevî Baldettî 27 kes hatin girtin û derket holê ku di nelirêtiya li baca gumrukê de gelek karmendên payebilind jî hene.
Li Gûatemala ya ji 15 mîlyon nifûsî, di şerê navxweyî yê navbera salên 1960-1996'an de bi qasî 200 hezar xwecihiyên Maya hatibûn qetilkirin. Li Gûatemalayê ku aboriya herî mezin a Amerîka Navîn e, hatineya neteweyî ya serê her şexsî 9 hezar dolar e. Lê belê gelek welatên Ewropayê ji ber 'kêmasiyên' di sîstema bacê ya Gûatemala de, vê derê weke 'bihuşta bacê' qebûl dikin.