Medya Swêdê: Dem hatiye Erdogan hêrsa xwe dezgîn bike

Medya Swêdê di nûçe û gotarên xwe de ragihand ku Erdogan ê vîna gelan a di 7'ê Hezîranê de derketiye holê tine dihesibîne, ji bo desthiladariya xwe winda neke, berê xwe careke din daye polîtîkaya şer.

Medya Swêdê di nûçe û gotarên xwe de ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê vîna gelan a di 7'ê Hezîranê de derketiye holê tine dihesibîne, ji bo desthiladariya xwe winda neke, berê xwe careke din daye polîtîkaya şer.

Di piraniya organên çapemeniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan bi hinceta DAIŞ'ê dixwaze êrîşî Kurdan bike û bi şerê li hemberî PKK'ê re hewl dide pêşî li wergirtina statuya Kurdan a li Rojava û Tirkiyeyê bigire.

Ne tenê çapemeniya çep û sosyal demokrat, organên weşanê û rojnameyên rastgir û lîberal jî, heman tespît kirin.

Sernivîskarê yek ji mezintirîn rojnameyên Swêdê rojnameya Dagens Nyheter a xwedî meyla lîberal Gûnnar Jonsson, di gotara xwe ya duh a bi serenavê "Dem hatiye Erdogan hêrsên xwe dezgîn bike" de nêrîna tevahiya çapemeniya Swêdê ya li ser AKP û Erdogan kurteber dike.

Jonsson di gotara xwe de got, "Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi kurtasî bi vî rengî ji gel re diaxive; encam şaş e, hûn ê ji nû ve hilbijartinê bikin" û bibîr xist, ku HDP'ê ya bi hêsanî benda ji sedî 10'an a hilbijartinê derbas kir, bû sedem ku AKP a ji sala 2002'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, piraniya parlamentê winda bike.

Jonsson da zanîn ku Serokkomar Erdogan ji bo guhertina Destûra Bingehîn û zêdekirina erkên xwe xwestiye di hilbiijartinê de serketineke mezin bi dest bixe, lê belê hilbijêran jê re gotine 'na' û ev xal destnîşan kir: "Bi vî rengî Erdogan avakirina hikûmeteke koalîsyonê sabote kir. Hilbijartin wê ji nû ve were kirin. Ji bo bigihêje armanca xwe divê HDP di binê bendê de bimîne. Ev daxwaza Erdogan dibêje ku ev daxwaza wî di heman demê de ji bo astengkirina xweseriya Kurdên li Sûriyeyê ye."

Jonsson da zanîn ku hevdîtinên aştiyê yên bi PKK'ê re hatine qedandin û HDP weke rêxistineke destekê dide terorîzmê tê nîşandan û got, "Erdogan tevlî êrîşa hewayî ya DYA ya li hemberî Dewleta Îslamê bû. Lê belê bi giranî êrîşî Kurdan dike. Bi sedan caran bombe li ser PKK'ê baran, lê bi tenê 3 caran Dewleta Îslamî bombe kir."

Jonsson ragihand ku haya gelek kesan ji polîtîkaya AKP'ê ya hewldana afirandina dijberiya li Kurdan heye û destnîşan kir ku tevî her tiştî jî HDP desteka xwe ya di hilbijartinan de diparêze. Jonsson bi vê hevokê dawî li gotara xwe anî: "Divê Tirkiye ne ji aliyê şexsekî ve, ji aliyê demokrasiyê ve bê birêvebirin."