DYA wê bi qasî 8 hezar penaberên Sûriyeyî qebûl bike

Li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî 4,3 mîlyon mirov penaber bûn. DYA ragihand ku ew ê beşeke biçûk a van penaberan qebûl bike.

Li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî 4,3 mîlyon mirov penaber bûn. DYA ragihand ku ew ê beşeke biçûk a van penaberan qebûl bike. Wezareta Karên Derve diyar kir ku di nava vê salê de 2 hezar, di sala pêş de 5 heta 8 hezar penaberên Sûriyeyî wê qebûl bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA John Kîrby da xuyakirin ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji welatê wî xwestiye ku 15 hezar penaberên Sûriyeyî qebûl bike. Kîrby anî ziman ku tevî vê yekê ew ê di nava vê salê de bi tenê 2 hezar Sûriyeyiyan weke penaber qebûl bikin.

Berdevk anî ziman ku di sala pêş de jî ji 5 hezar 8 hezar penaberan, ew ê qebûl bikin.

Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê 4 mîlyon 270 hezar kesan xwe li welatên din girtin. Penaberan xwe bi giranî li welatên Tirkiye, Lubnan, Urdun, Iraq û Misirê girtin. Bi qasî 280 hezar kesan jî li welatên Ewropayê serlêdana penaberiyê kirin.