Hebûna trena Nazî ya li Polonyayê 'rast' e
Hebûna trena berê ya Nazî, ku ev çend hefte ne di rojeva Polonyayê de ye, tê gotin ku rast e.
Hebûna trena berê ya Nazî, ku ev çend hefte ne di rojeva Polonyayê de ye, tê gotin ku rast e.
Hebûna trena berê ya Nazî, ku ev çend hefte ne di rojeva Polonyayê de ye, tê gotin ku rast e. Pispor li gorî dîmenên satalaytê vê dibetiyê piştrast dikin û Wezîrê Çandê jî der barê hebûna trena tê îdîakirin li binê erdê hatiye veşartin de ragihand ku ew ji sedî 99 bawer dikin.
Hatibû îdîakirin ku li nêzî bajarê Walbrzych ê li herêma Sîlezya ya li başûrrojavayê welêt treneke Naziyan hatiye dîtin. Îdîa ji aliyê ziyaretvanên Elman û Polonyayî ve hatibû bilêvkirin. Van kesan gotibûn ku wan bi xwe tren dîtine.
Hikûmeta Polonyayê jî tevlî xebatên li ser trena Nazî bû, ku ev demeke rojeva Polonyayê dagir dike. Wezîrê Çandê Pîotr Zûkhovskî der barê mijarê da xuyaniyek da û diyar kir ku ew ji hebûna trena navdar, ji sedî 99 bawer dikin.
Wezîr ragihand ku der barê tiştên di nava trenê de agahiyeke wan nîne û anî ziman ku ji ber tren zirxî ye, dibe ku tê de madeyên buha, berhemên hunerî, cewahir yan jî belgeyên arşîvê hebin. Zûkhovskî diyar kir ku du kesên der barê cihê trenê de agahî dan, dikarin ji sedî 10 nirxê eşyayên bi qîmet, bixwazin.
Kongreya Yahûdî ya Cîhanê jî dabû xuyakirin ku eger trena Nazî were dîtin, divê eşyayên giranbuha yên tê de ji 'xwediyênx we yên rastî' re bê dayîn. Kongreyê diyar kir ku dibe ku di trenê de eşyayên Yahûdiyên biribûn kampên komkirinê, hebin.
Lê belê rayedarn dibêjin, tren bê dîtin dibe ku hin ji materyalên tê de xetere bin. Di xebata pisporan a li ser wêneyên ji satalaytê hatin kişandin de, li herêma tê îdîakirin tren lê ye, girikên bi qasî yek metreyî bilind hatine dîtin.