Li Lubnanê bi deh hezaran kes beşdarî mezintirîn xwepêşandana civaka sivîl bûn

Li Lubnanê, nerazîbûna gel a li hemberî çîna siyasetê ya bertîlê digire û di rêveberiyê de qels e, didome.

Li Lubnanê, nerazîbûna gel a li hemberî çîna siyasetê ya bertîlê digire û di rêveberiyê de qels e, didome. Bi deh hezaran kesên duh li hev kom bûn, tevlî mezintirîn xwepêşandana civaka sivîl  a li vî welatî bûn.

Nerazîbûna civakî ya di hefteyên dawî de bi krîza çopê zêde bû, duh derket asta herî bilind. Bi deh hezaran kesên li Meydana Şehîdan a li paytext Beyrûdê civiyan, rewşa rizandî ya qada siyasetê protesto krin.

Organîzatoran ragihandin ku ew li bendê bûn 50 hezar kes beşdarî xwepêşandanê bibin, lê belê tevlîbûneke zêdeyî bendewariyên wan, pêk hatiye.

Xwepêşandana ji aliyê platforma bi navê 'Bêhn ji we tê' ya saziyên civakî yên sivîl ve hat organîzekirin, mezintirîn çalakiya li derveyî partiyên siyasî ye.

Piştî xwepêşandanê ciwan ber bi Meydana Riyad el Sûlh a li nêzî avahiya Serokwezaretiyê ve meşiyan. Ciwanan têlên berê li meydanê hatibûn bicihkirin rakirin û çopên li qadê berhev bûbûn, şewitandin.

Lubnan, tevî nifûsa xwe ya ji 4 mîlyonan jî, ji 1,5 mîlyon Sûriyeyiyên ji ber şerê navxweyî reviyane, malovaniyê dike.