Di bomberdûmana li Sûriyeyê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Li Helebê, di bomberdûmana ji ber şerê navbera hêzên artêşê û mûxalîfan de, jin û zarok jî di nav de herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Helebê, di bomberdûmana ji ber şerê navbera hêzên artêşê û mûxalîfan de, jin û zarok jî di nav de herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) a navenda wê li Londonê ye, li gelek bajarên Sûriyeyê bi taybetî jî li Helebê di şer de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li derdora Helebê, şerê di navbera hêzên rejîmê û mûxalîfan de, dewam dike. Hat ragihandin ku di bomberdûmana bi balafiran hat kirin de herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji mirovên jiyana xwe ji dest dane 15 jê jin û zarok in. Di bomberdûmanê de bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya SOHR de hat ragihandin ku di êrîşên çend roj berê yên mûxalîfan ên li hemberî herêmên derdora Helebê yên di destê rejîmê de ne, herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di bomberdûmana li Dûma ya li rojhilatê paytext Şamê de, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di şerê li hemberî yekîneyên artêşê de li Gûtayê aktîvîstekî medyayê yê Îslamî hat kuştin.

Li Sûriyeyê, ji sala 2011'an û vir ve di şer de zêdeyî 240 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.