Fransa: Em ê destekê bidin tevgera bejahî ya li dijî DAIŞ'ê

Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls da xuyakirin ku operasyonên hewayî yên li Sûriyeyê dibe ku demeke dirêj dewam bike û destnîşan kir, ku destwerdan ne ji bo xurtkirina rejîmê ye.

Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls da xuyakirin ku operasyonên hewayî yên li Sûriyeyê dibe ku demeke dirêj dewam bike û destnîşan kir, ku destwerdan ne ji bo xurtkirina rejîmê ye. Valls diyar kir ku ew ê destekê bidin destwerdaneke welatên herêmî ya ji bejahî ve li hemberî DAIŞ'ê.

Serokwezîrê Fransayê Manûel Vall, der barê êrîşên hewayî yên li Sûriyeyê de agahî da Meclîsa Neteweyî û da zanîn ku balafirên wan bi giranî ji bo keşfê dixebitin. Valls anî ziman ku heta niha wan li Sûriyeyê gelek caran keşf kirine û got, "Ev tevger, heta pêwîstî pê hebe wê bidome; herî kêm wê bi hefteyan dewam bike."

Manûel Valls got, "Têkoşîna li dijî terorîzmê wê demdirêj be" û ragihand ku şandina yekîneyên bejahî ji bo Sûriyeyê, di rojeva wan de nîne.

Valls daxuyaniyên nêzî pozîsyona xwe ya ji destpêkê ve di mijara krîza Sûriyeyê de nîşan dide da û ji bo destwerdaneke bejahî ya welatên li herêmê, lampeya kesk pê xist. Serokwezîr diyar kir ku Fransa wê destekê bide tevgereke bejahî ya welatên li herêmê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê. Der barê çawaniya vê destekê de agahî neda.

OPERASYONÊN HEWAYÎ NE JI BO XURTKIRINA REJÎMÊ NE

Manûel Valls, îdîa kir ku wan tevgera hewayî ya li Sûriyeyê 'bi xwe û tenê' hilbijartine û destnîşan kir ku ev yek li dijî DAIŞ'ê ye. Valls da xuyakirin ku tevgerên li hemberî DAIŞ'ê ne ji bo xurtkirina rejîma Sûriyeyê ne.