Sekreterê Giştî yê FIFA yê bi nelirêtiyê tê sûcdarkirin ji wezîfeyê hat girtin

Piştî skandala di dengdayîna ji bo kûpayên cîhanê yên 2018 û 2022'an, FIFA vê carê jî bi skandala nelirêtiya di kûpa cîhanê ya 2014'an de hat kirin, di rojevê de ye.

Piştî skandala di dengdayîna ji bo kûpayên cîhanê yên 2018 û 2022'an, FIFA vê carê jî bi skandala nelirêtiya di kûpa cîhanê ya 2014'an de hat kirin, di rojevê de ye. Di daxuyaniya yekîtiyê de hat ragihandin ku Sekreterê Giştî Jerome Valcke yê navê wî di skandala firotina biletên maçên kûpayê bi buhayekî zêde de derbas bû, ji wezîfeyê hatiye girtin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) de hat ragihandin, ku der heqê skandala navê Jerome Valcke jî di nav de derbas bûye de, ji aliyê Komîsyona Etîkê ve hatiye xwestin, ku lêpirsîn were vekirin. Hat diyar kirin ku biryar hatiye dayîn, Valcke heta bidawîbûna lêpirsînê ji wezîfeyê bê girtin.

FIFA ev saleke bi skandalên li ser kûpayên cîhanê yên salên 2018 û 2022'an di rojevê de bû. Di dengdayîna ku organîzasyonên kûpayê radestî Rûsya û Qatarê hatin kirin de, derketibû holê ku bertîl hatiye dayîn û Serokê yekîtiyê Joseph Blatter îlan kiribû ku ew ê di mehên havînê de îstifa bike.

Îdîayên nelirêtiyê yên bûn sedema ji wezîfeyê girtina Sekreterê Giştî yê FIFA'yê Jerome Valcke, di dema kûpa cîhanê ya li Brezîlyayê de qewimî. Di nûçeyeke rojnameya The Guardian de hatibû aşkerakirin ku biletên maçên kûpa cîhanê ya 2014'an bi rêya şîrketek bi navê JB Sport Marketing, bi buhayekî gelekî zêde, hatine firotin.

Hat îdîakirin ku Jerome Valcke bi vê şîrketê re li hev kiriye. Li DYA jî dadgehekê der barê 9 endamên FIFA û 5 karsazan de lêpirsîn dabû destpêkirin.