Li gorî encamên anketa şîrketa lêkolînê ya bi navê Sîfo, wêneyê cesedê Alan Kurdî yê 3 salî yê ji Kobanê, ku li peravên Bodrûmê hat dîtin, bandorek erênî li nêzîkatiya Swêdiyan a li penaberan kiriye.
Heman beriya dîtina cesedê Kurdî, Sîfo di 1-2'ê Îlonê de li ser helwesta gelê Swêdê ya li hemberî penaberan lêkolînek kiribû. Li gorî lêkolîna wê demê, ji sedî 34 ê beşdarên anketê dixwestin li Swêdê hejmara penaberan kêm be ji sedî 31 gotin bila bi qasî hejmara berê penaber werin wergirtin û ji sedî 17 jî gotin, bila bêhtir penaber bên qebûlkirin.
Piştî weşandina wêneyê Alan Kûrî, di lêkolîna 4-6'ê Îlonê de rêjeya mirovên dixwestin hejmareke kêm a penaberan bê qebûlkirin bi 5 pûanan kêm bû û daket ji sedî 29'an. Yên xwestin hîn bêhtir penaber bên qebûlkirin bi 8 pûanan zêde bû û ji sedî 17'an gihaşt ji sedî 25'an. Yên xwestin bi hejmara beriya niha were qebûlkirin ji sedî 31'ê gihaşt ji sedî 33'an.