Dîwana Edaletê serlêdana Elmanyayê ya li ser alîkariya sosyal mafdar dît

Dîwana Edaletê ya Ewropayê, biryara nedayîna alîkariya sosyal ji bo welatiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên bar kirine Elmanyayê, 'mafdar' dît.

Dîwana Edaletê ya Ewropayê, biryara nedayîna alîkariya sosyal ji bo welatiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên bar kirine Elmanyayê, 'mafdar' dît.

Malbata Alîmanovîç a Bosnayî ya welatiyê Swêdê, li Elmanyayê serlêdana wergirtina alîkariya civakî (Hartz IV) kir. Piştî ku ev daxwaz hat redkirin, malbat li dij derket. Dadgeha Sosyal a Federal jî ev dijderketin bir ber destê Dîwana Edaletê ya li Luksemboûrgê. Di Dadgeha Giştî ya ser bi Dîwana Edaletê de doz duh hat dîtin. Dadgehê biryar da ku biryara rayedarên Elman ên ji bo nedayîna meeşê alîkariya sosyal ji bo malbata welatiyê Swêdê 'mafdar' e.

Dadgerên Dîwana Edaletê biryar dan ku, ji bo kesên ji welatekî din ê YE hatine Elmanyayê yan jî bar kriine welatekî din, dayîna alîkariya madî, ne mecbûrî ye. Di biryarê de her wiha hat ragihandin, ku ji bo kesên bi armanca dîtina kar hatine, dayîna alîkariya ji bo dîtina kar jî ne mecbûrî ye.

YÊN KAR NEDÎTINE NABE KU BÊN DERSÎNORKIRIN

Dadgehê, herçend ji aliyê alîkariya sosyal ve bersiv neda bendewariyên welatiyên Yekîtiya Ewropa yên bêkar jî, hikum da ku welatiyên YE yên kar nedîtine, nabe ku werin dersînorkirin.

Di biryarê de hikum hat dayîn ku welatiyên Yekîtiya Ewropayê, bi şertê ku di nava şeş mehên bihurî de 'îspat bike li kar geriya ye', dikare li welatê lê ye, bimîne. Lê belê eger welatiyên YE nikaribin îspat bikin ku li kar geriyane, hingî meqamên Elman dikarin piştî pêvajoya sekinandinê ya 6 mehan, van kesan ji alîkariyên sosyal bêpar bihêlin.

Welatiyên welatên Yekîtiya Ewropayê, dema ji welatekî yekîtiyê bar dikin welatekî din ê yekîtiyê, di nava 3 û 6 mehan de nikarin ji derfetên alîkariya sosyal sûdê werbigirin. Piştî bidawîbûna vê demê neçar in îspat bikin ku li kar digerin.

Li Elmanyayê, partiyên rastgir û sendîkayên karsazan li dij derdikevin ku ji kesên ji welatên din ên YE tên, meeşê alîkariya sosyal were dayîn. Bi taybetî siyasetmedarên rastgir dibêjin ku ev yek wê 'koça alîkariya sosyal' ji welatên asta hatineyên alîkariya sosyal kêm be, teşwîk bike. Siyasetmedar îdîa dikin ku ev yek wê ji bo saziyan bibe barekî zêde.