Rêwîtiya bi deh hezaran penaberan didome
Di ser Îtalya û welatên Balkanan re rêwîtiya penaberan a ber bi welatiyên Ewropa navîn û rojava, didome.
Di ser Îtalya û welatên Balkanan re rêwîtiya penaberan a ber bi welatiyên Ewropa navîn û rojava, didome.
Di ser Îtalya û welatên Balkanan re rêwîtiya penaberan a ber bi welatiyên Ewropa navîn û rojava, didome. Di operasyonên duh ên li Derya Spî de 5 hezar penaber hatin rizgarkirin. Bi deh hezaran penaber jî hewl didin di ser Sirbîstanê re xwe bigihînin welatên Yekîtiya Ewropayê.
Bi qasî 5 hezar penaberên ji Lîbyayê bi keştî û botan berê xwe dan Îtalyayê, li Derya Spî hatin rizgarkrin. Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) daxuyaniyek da û diyar kir ku 800 penaber ji aliyê keştiyên wan ve hatine rizgarkirin û niha ber bi Îtalyayê ve dibin.
MSF da zanîn ku di nava penaberên hatine rzigarkirin de mirovên ji Erître, Nîjerya, Somalî, Lîbya, Sûriye û welatên Rojhilatê Afrînayê hene.
Yekîneyên ewlekariya peravê yên Îtalyayê jî, di encama xebatên xwe yên 30-40 mîla deryayê dûrî peravên Lîbyayê de bi hezaran penaber rizgar kirin. Di 21 operasyonên cuda de penaberên li ser keştiyên biçûk û botên plastîk ên berê xwe dabûn Îtalyayê hatin rizgarkirin. Di xebatên rizgarkirinê de cesedê jinekê jî hat dîtin.
Hat ragihandin ku hejmara penaberên di encama operasyonan de hatine rizgarkirin bi qasî 5 hezar e.
Li aliyê din, drama penaberan a li Balkanan jî hînê dewam dike. Beşeke girîng a bi deh hezaran penaberên li Sirbîstan û welatên din ên Balkanan, derbasî Slovenya, Xirvatîstan, Macarîstan û Awûstûryayê bûn.
Duh bi qasî 13 hezar penaber derbasî nava Awûstûryayê bûn. Di nava sê rojên dawî de jî bi qasî 20 hezar penaber gihaştin Xirvatîstanê. Piştî Sirbîstanê, Macarîstanê da xuyakirin ku ew ê sînorên Xirvatîstan û Slovenyayê bi têlan bigire.
Slovenyayê duh dabû xuyakirin ku ew ê 10 hezar penaberan qebûl bike. Wekî din, çalakiya 2 hezar penaberên li ser sînorê Tirkiye-Yewnanîstanê ne, dewam dike.