Di hilbijartinên herêmî yên 27'ê Îlonê yên li Katalonyayê de, tê payîn ku partiyên alîgirê serxwebûnê bi ser bikevin. Hewldanên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ji bo pêşîgirtina li serxwebûnê, balê dikişînin.
Li Katalonyayê, ku referandûma wê ya ji bo veqetîna ji Spanyayê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve nehat qebûlkirin, wê roja Yekşemê hilbijartinên herêmî pêk werin. Tê payîn ku di van hilbijartinan de alîgirên serxwebûnê bi ser bikevin. Hefteya derbasbûyî roja înê, zêdeyî 1 mîlyon mirov li Barcelonayê kom bûbûn û daxwaza 'serxwebûnê' dubare kiribûn.
NATO û saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ji serketina alîgirên serxwebûnê bi fikar in, yekser nerazîbûn nîşan dan. Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Margarîtîs Schînas duh daxuyaniyek da û diyar kir ku eger Katalonya ji Spanyayê qut bibe, wê nikaribe bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Schînas da xuyakirin ku eger dewleteke nû ava bibe, divê Katalonya ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê serlêdanê bike.
Berdevkê Komîsyonê anî ziman ku bi qutbûna Katalonya ji Spanyayê re wê 'Li gorî YE bibe dewleteke sêyemîn' û ragihand ku ev yek bi destûra bingehîn a yekîtiyê re hatiye diyarkirin.
Rayedarekî NATO li ser serxwebûna Katalonyayê ji AFP'ê re peyivîbû û diyar kiribû ku ji ber qutbûna ji Spanyayê wê Katalonya serbixwe nikaribe bibe encamê yekîtiyê.
Yekîtiya Ewropayê heman helwesta li hemberî Katalonyayê nîşan dide, di referandûma par a serxwebûnê ya Skoçyayê de jî nîşan dabû. Di daxuyaniyên beriya referandûma Skoçyayê de hatibû ragihandin ku eger ji Brîtanya Mezin qut bibe, Skoçya wê nebe endamê YE û divê serlêdana endametiyê bike. Bi van daxuyaniyan re tê xwestin, gumana gelan a li ser aboriyê were zêdekirin û bi vî rengî pêşî li daxwaza serxwebûnê bê girtin.
Katalonya di nava Spanyayê de ji aliyê aboriyê ve herêma herî xurt e. Referandûma serxwebûna Katalonyayê ku dihat plankirin di 9'ê Mijdarê de bê kirin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû sekinandin. Lê belê Serokê Herêmê Artûr Mas, referandûm bi awayekî defakto pêk anî bû û ji sedî 80 yê mirovên dengê xwe bi kar anîn, sexwebûn xwestibûn.