HP bi qasî 30 hezar kesan ji kar derdixîne

Şîrketa enformatîk a Amerîkayê Hewlett Packard (HP) ragihand ku ew amadekariyê dike, ji bo bi deh hezaran karkeran ji kar derxîne.

Şîrketa enformatîk a Amerîkayê Hewlett Packard (HP) ragihand ku ew amadekariyê dike, ji bo bi deh hezaran karkeran ji kar derxîne. Şîrket wê ji ber cihêbûna di çarçoveya 'ji nû ve ava bûnê' de derket holê, wê bi qasî 30 hezar karkeran ji kar derxîne.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya şîrketa HP de hat ragihandin, ku plana teserûfê ya salane 2,7 mîlyar dolar kêm dike, wê bikeve meriyetê. Li gorî daxuyaniyê, hilberîna kompûter û cîhaza çapkirinê wê ji aliyê HP Inc. ve were kirin. Şîrketa di bin navê HP Enterprise de cihê bibe jî wê giraniyê bide ser xizmetên piştî firotinê.

Lê belê ev ji hev cihêbûna şîrketê herî zêde zerarê dide karkeran. Li gorî planê, 25 hezar heta 30 hezar karkerên di HP Enterprise de dixebitin, wê ji kar werin derxistin.

Rêveberê HP Meg Whîtman îdîa kir ku bi derxistina ji kar re wê kapasîteya xebitandinê ya şîrketê ji sedî 7 hezar 9'an bê zêdekirin.