Germa Tebaxê careke din rekor şikand

Li gorî daneyên Daîreya Atmosferê û Okyanûsê ya Neteweyî ya Amerîka (NOAA), germa di meha Tebaxê de hat pîvandin, gihaşt asta herî bilind a ji sala 1880'ê û vir ve.

Li gorî daneyên Daîreya Atmosferê û Okyanûsê ya Neteweyî ya Amerîka (NOAA), germa di meha Tebaxê de hat pîvandin, gihaşt asta herî bilind a ji sala 1880'ê û vir ve. Hat ragihandin ku germa Tebaxa 2015'an bi 0,78 pileyî zêdeyî germa Tebaxa sedsala 20'an bû.

Li gorî daneyên NOAA, germa Tebaxê bi 0,04 pileyî zêdeyî germa Tîrmeha 2015'an bû. Germa li ser rûyê erdê ya meha bihurî, ji Sibatê û vir ve her tim rekorê dişikîne.

Germa Tebaxê ya rekor şikand, herî dawî di sala 1998'an de hatibû tespîtkirin. Di Tebaxa 1998'an de germa li ser rûyê erdê, bi 0,13 pileyî zêdeyî germa ji sala 1880 û vir ve bû.

NOAA ragihand ku germa li ser rûyê erdê û okyanûsan, li gorî nîvika sedsala 20'an 1,14 pileyî zêde bû.

Tê zanîn, ku di zêdebûna germahiyê de, gazên karbondîoksît (CO2) û metan ên li atmosferê tên belavkirin, xwedî bandoreke mezin e.