Gelê Yewnanîstanê li ser sindoqan e
Li Yewnanîstanê, ji bo hilbijartinan parlamenta ji 300 wekîlan, gel li ser sindoqan e. Tê payîn ku pêşbirka vê hilbijartinê di navbera Syrîza û partiya Demokrasiya Nû de derbas bibe.

19 partiyên siyasî tevlî hilbijartinê bûne. Dengdayîna saet di 07:00 de destpê kir wê heta danê êvarê saet di 19:00 de dewam bike.
Di hilbijartinên giştî yên 25'ê Çileyê de ji sedî 63 ê gelê Yewnanîstanê beşdarî dengdayînê bûbûn. Tê texmînkirin ku tevlîbûna îro kêmtir be.
Ji 19 partiyên tevlî hilbijartinê bûne, tê payîn ku herî kêm 7 ji wan benda ji sedî 3'an derbas bike û cihê xwe di meclîsê de bigire.
Di vê hilbijartinê de Koalîsyona Çep a Radîkal (Syrîza) ya bi serokatiya Aleksîs Çîpras û partiya rastgir a mûxafazakar Demokrasiya Nû (ND) wê ji bo yekemîniyê li ber xwe bidin. Partiya di hilbijartinê de bibe yekemîn, wê bi awayekî otomatîk 50 kursiyan qezenç bike.
Lîderê Syrîza Aleksîs Çîpras soz da bû ku eger partiya wî ji nû ve bibe desthilatdar, ew ê peymanên bi kredîtorên Ewropayî re hatine morkirin, ji nû ve muzakere bike.
Li gorî encamên piraniya anketên heta niha hatin kirin, Syrîza dibe partiya yekemîn. Di hin anketan de jî ND bi encameke biçûk Syrîza derbas dike.
Li gorî anketeke pêr hat weşandin, Syrîza bi rêjeya ji sedî 28,5 di rêza yekemîn, Patiya Demokrasiya Nû jî bi rêjeya ji sedî 26'an re di rêza duyemîn de xuya dikir.