Papa: Bila Kuba hîn bêhtir Dêrê serbest bike

Kuba ku di têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên din ên rojavayî de ketiye pêvajoyeke nû, malovaniyê ji lîderê cîhana Katolîk Papa Francîs re dike.

Kuba ku di têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên din ên rojavayî de ketiye pêvajoyeke nû, malovaniyê ji lîderê cîhana Katolîk Papa Francîs re dike. Papa di axaftina xwe ya destpêkê de xwest, ji bo 'Dêr karibe mîsyona xwe bi cih bîne' divê hîn bêhtir derfet û 'serbestî' were dayîn.

Papa li Balafirgeha Jose Martî ya paytext Havanayê peyivî û xwest, dawî li astengiyên li pêşiya xebatên Dêra Katolîk a li Kubayê were anîn. Pala xwest, ji bo dêr xebatên xwe bimeşîne, 'derfet' û 'serbestî' ya pêwîst bê dayîn.

Papa Francîs bal kişand ser ji nû ve destpêkirina têkiliyên dîplomatîk û ekonomîk ên Kuba û DYA, ku piştî 55 salan ji nû ve destpê kirin û bang li her du welatan kir ku hîn bêhtir xwe nêzî hev bikin.