Li bajarê Helebê, di êrîşên mûxalîfên Sûriyeyê yên li hemberî hêzên rejîmê de, sivîl jî di nav de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nava mirovên jiyana xwe ji dest dane de herî kêm 14 zarok hene.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya navenda xwe li Londonê ye, ku agahiyên xwe dispêre 'çavkaniyên li herêmê', mûxalîfan êrîşên giran birin ser semtên di destê hêzên rejîmê de. Di êrîşên li hemberî El Hamdaniye, Halep el Cedîde û Ekremiye de herî kêm 38 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşan de 14 zarokan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 150 kes birîndar bûn. Li gorî SOHR, hejmara miriyan dibe ku zêde bibe.
Li aliyê din, tevî ewçend windahiyek giran a sivîlan jî, hat ragihandin ku mûxalîf bi roketan êrîşên xwe yên li hemberî herêmê didomînin.