Rûsya di hevkariya bi rejîma Esad re israr dike

Îdîayên li ser alîkariya leşkerî ya Rûsyayê ji bo Sûriyeyê naqedin. Tê dîtin ku Rûsya israr dike, ji bo rejîma Esad jî tevlî koalîsyona navneteweyî ya li hemberî DAIŞ'ê, bê kirin.

Di daxuyaniyên du hefteyên dawî yên rêveberiya DYA de hatibû îdîakirin, ku Rûsya tevî çek û cebilxaneyan, bi sedan leşker jî şandiye herêmeke nêzî bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê. Ev destek heta niha bi awayekî fermî ji aliyê Rûsyayê ve nehatiye qebûlkirin. Lê belê balkêş ku Rûsya bijarka 'eger pêwîstî pê hebe wê destek were dayîn' derdixîne pêş.

Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov bi daxuyaniyekê ragihand ku eger rêveberiya Sûriyeyê bixwaze, ew ê karibin ji bejahî ve destekê bidin. Peskov da xuyakirin ku destekeke bi vî rengî ancax bi daxwaza hikûmeta Sûriyeyê pêkane û anî ziman ku ev destek niha 'zehmet' e.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd el Mûallîm jî çend roj berê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de, eger 'pêwîstî pê hebe' ew ê desteka leşkerî ji Sûriyeyê bixwaze.Mûallîm îdîakirin ku destekeke bi vî rengî niha ne pêwîst e.

Li aliyê, balkêş e ku Rûsya di hevdîtinên bi DYA re, vebijarka destekkirina rejîma Sûriyeyê derdixîne pêş. Di axaftina bi rêya telefonê ya navbera Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter û hempîşeyê wî Sergey Şoygû de, destwerdana leşkerî ya li Sûriyeyê û xebatên ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatin nirxandin.

Axaftin, ji ber krîza Ûkraynayê piştî demeke dirêj cara yekê yekser hat kirin. Tê gotin ku di axaftinê de  wezîrê Amerîkî destnîşan kiriye ku rejîma Sûriyeyê di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de 'nepêkane' bibe 'partnerek'. Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA Peter Cook da xuyakirin ku bi şertê Beşar Esad rêveberiyê biterikîne, li Sûriyeyê wê pêvajoyeke derbasbûnê ya siyasî destpê bike.

Pêşniyara ji bo destpêkirina hevdîtinên leşkerî bi DYA re li ser rewşa Sûriyeyê, ji Rûsyayê hatibû. Qesra Spî jî bersiveke erênî dabû pêşniyarê.