Papa Fransîs çû serdana Fîdel Castro

Papa Fransîs ê li serdana Kubayê ye, lîderê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro li mala wî ziyaret kir.

Hat ragihandin ku di serdana duh de Papa û Castro bi qasî 40 deqeyan sohbet kirine û ev ziyaret ne fermî ye. Hat gotin ku hevdîtin heta kêliya dawî hatiye veşartin û hevsera Castro û hin ferdên ji malbatê jî di hevdîtinê de amade bûn.

Bal tê kişandin ser girîngiya sembolîk a vê ziyareta Papa ji bo Castro. Tê gotin ev ziyaret yek ji nîşaneyên normalbûyîna têkiliyên di navbera rêveberiya Kuba û Dêra Katolîk de ye. Papa Fransîs weke papayên beriya xwe Benedîktûs ê 16. û Jean Paûl ê 2, alîgirê rakirina ambargoyên li ser Kubayê bû.