FIFA nahêle dozger xwe bigihînin belgeyan

Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) ku navê wê timî bi skandalan dikeve rojevê, hat îdîakirin ku lêpirsîna li ser paqijkirina pereyê reş, asteng kiriye.

Li gorî îdîaya kovara Der Spîegel, FIFA nahêle Dozgeriya Federal a Swîsreyê di çarçoveya lêpirsîna li ser organîzasyonên kûpayên cîhanê yên 2018 û 2022'an de xwe bigihîne belgeyên dîjîtal.

Li gorî îdîayê, rayedarên Swîsreyî yên li navenda FIFA ya li Zurîchê lêkolînan dikin, xwestin hin dosyayan lêkolîn bike, lê ji ber ku kod li dosyayan hatine xistin, nekarîne xwe bigihînin hemû belgeyan. Di nava van belgeyan de e-mailên rayedarên FIFA jî hene.

FIFA, ji bo pêşî li peydakirina belgeyan bigire, xaleke di Qanûna Ceza ya Swîsreyê de bi kar tîne. Li gorî vê xalê, eger biryareke dadgehê tinebe ev belge û materyal nikarin werin lêkolînkirin. Aliyê balkêş ê bûyerê jî ew e, ku lêpirsîn li ser giliyeke FIFA bi xwe ve, hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniya FIFA'yê ya ji bo bersivdayînê de hat îdîakirin ku yekîtî, 'bi berfirehî' hevkariyê bi rayedarên Swîsreyî re dike.

FIFA ev saleke bi gelek skandalan ket rojevê. Derketibû holê ku di dengdayîna li ser organîzasyona kûpayên cîhanê yên 2018 û 2022'an de, gelek endmên FIFA bertîl wergirtine û bi vî rengî bûne alîkar ku organîzasyona van kûpayan ji Rûsya û Qatarê re bê dayîn.