Hilbijartinên li Donetskê di 18'ê Cotmehê de ne

Komara Gel a Donetskê, ku li rojhilatê Ûkraynayê herêmeke girîng bi rê ve dibe, berevajî dema ji aliyê Kîevê hatiye destnîşankirin, wê hilbijartinên xwe yên herêmî di 18'ê Cotmehê de pêk bîne.

Komara Gel a Donetskê, ku li rojhilatê Ûkraynayê herêmeke girîng bi rê ve dibe, berevajî dema ji aliyê Kîevê hatiye destnîşankirin, wê hilbijartinên xwe yên herêmî di 18'ê Cotmehê de pêk bîne. 

Li gorînûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a 'Komara Gel' ku xwerêveberiya gel a li herêma Donetskê temsîl dike, hilbijartinên herêmî wê di dema ji aliyê hikûmeta Ûkraynayê ve hatiye diyarkirin, neyê kirin. Hat ragihandin ku hilbijartin wê di 18'ê Cotmehê de were pêkanîn. Hat destnîşankirin ku biryarnameya di vî warî de, ji aliyê lîderê Komara Gel Alkesander Zaharçenko ve hatiye îmzekirin.

Di daxuyaniyeke çapemeniyê ya rêveberiya Ûkraynayê de jî hat gotin ku ev biryara rêveberiya Donetskê 'dûrî ji berpirsyariyê' ye. Di daxuyaniya Serokkomar Petro Poroşenko de hat îdîakirin ku ev biryar "ji aliyê rêveçûna pêvajoya ve aştiyê xeteriyeke mezin e."

Daxuyaniya hilbijartinê ya nûnerên Komara Gel a Donetskê, piştî biryara pêkanînê ya rêveberiya Ûkraynayê daniye ser siyasetmedar, karsaz û rojnamevanên Rûs û biyanî, rast hat. Di nava 400 kesên ku ketina Ûkraynayê li wan hatiye qedexekirin, mirovên ji Rûsya, herêma Donbass û gelek endamên çapemeniyê yên navneteweyî hene.

Di nava van kesên ketina Ûkraynayê li wan hatiye qedexekirin de nûçegihanên BBC, rojnameya Elman Die Zeit û rojnamevanekî Spanyayî jî hene.

Li herêma Donbassê (Donetsk û Lûhansk), ji destpêka sala 2014'an û vir ve serdestiya komên alîgirê Rûsyayê heye. Di şer û pevçûnên di Nîsana 2014'an de destpê kir, heta niha 8 hezar kesan jiyana xweji dest dane. Ji bo bidawîbûna şer, li paytexta Belarûs Mînskê li hev hatibû kirin. Li gorî ve lihevkirinê biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên herêmî yên li Ûkraynayê di 25'ê Cotmehê de were kirin.

Lê belê di daxuyaniyên Komarên Gel ên Donetsk û Lûhansk de hat ragihandin ku li Donetskê wê di 18'ê Cotmehê, li Lûhanskê jî di 1'ê Mijdarê de hilbijartin werin kirin.