Schroder: Divê YE pêkanînên xwe yên li hemberî Rûsyayê sist bike
Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Gerhard Schroder, der barê nîqaşên bi destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê re destpê kirin de xwest, pêkanînên li hemberî Moskowê bên rakirin.
Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Gerhard Schroder, der barê nîqaşên bi destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê re destpê kirin de xwest, pêkanînên li hemberî Moskowê bên rakirin.
Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Gerhard Schroder, der barê nîqaşên bi destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê re destpê kirin de xwest, pêkanînên li hemberî Moskowê bên rakirin. Schroder îdîa kir, ku hevdîtina yekser a bi lîderê rejîma Sûriyeyê Esad re, wê 'kêrhatî' be.
Schroder ê ku di navbera salên 1998-2005'an de di desthilatdariya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) de Serokwezîrtî kir, ev daxuyaniya xwe di organîzasyona bi navê Hevdîtinên Elman-Rûs a li bajarê Baden Badenê de da. Li gorî agahiyên ji aliyê rojnameya Badische Neueste Nachrichten ve hat dayîn, Schroder xwest, pêkanînên piştî krîza Ûkraynayê li hemberî Rûsyayê hatin destnîşankirin, werin sistkirin.
Schroder anî ziman ku bi vekişandina çekên giran ji Rojhilatê Ûkraynayê re, di rêya aştiyê de gaveke girîng hatiye avêtin û got, "Pêwîste Yekîtiya Ewropa (YE) pêkanînên xwe yên li hemberî Rûsyayê hinekî vegerîne." Schroder da xuyakirin ku divê Rûsya careke din weke 'partner' bi YE re bê dîtin û hişyarî da ku di rewşeke berevajî de wê Rûsya berê xwe bide Çîn û herêma Avrasyayê.
Schroder bal kişand ser gavên dawî yên Rûsya di krîza Sûriyeyê de diavêje û ragihand, ku divê bi Beşar Esad re muzakere werin kirin. Serokwezîrê berê anî ziman, ku di dema derbasbûna rêveberiyeke nû ya li Sûriyeyê de dikare Esad mûxatap bê dîtin.