Bîlançoya havîna germ a li Fransayê: Bêhtirî 3 hezar 300 mirin
Li Fransayê, ku germa îsal dijwar bû, hat ragihandin ku di nava 40 rojan de zêdeyî 3 hezar 300 mirov ji rewşa normal bêhtir mirin.

Li gorî bîlançoya Enstîtuya Çavdêriya Tenduristiyê (InVS) a ser bi Wezareta Tenduristiyê, di nava 40 rojên germa mehên havînê de herî kêm 3 hezar 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî vê yekê, di dema navbera 29'ê Hezîranê-9'ê Tebaxa 2015'an de, ji ber germa zêde li 3 herêmên cuda, mirinên li derveyî rewşa asayî, rû dane. InVS ragihand ku di nava 40 rojan de, mirin ji sedî 6,5 zêde bûye.
Li welatên Ewropayê, herî dawî di sala 2003'an de ji ber germa dijwar, piraniya wan extiyar bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Di nava 2 hefteyên 4-18'ê Tebaxa 2003'an de li Fransayê 15 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev yek jî dihat wateya zêdebûnek ji sedî 55'an a mirinên ji rewşa asayî.