Ji mexdûrên Deepwater Horîzon re wê 20 mîlyar dolar bê dayîn
Li ser mijara gemarîbûna hawirdorê ya ji ber teqîna li platforma Deepwater Horîzon a şîrketa Brîtîsh Petroleûn (BP) a sala 2010'an de rû da, aliyan li hev kirin.
Li ser mijara gemarîbûna hawirdorê ya ji ber teqîna li platforma Deepwater Horîzon a şîrketa Brîtîsh Petroleûn (BP) a sala 2010'an de rû da, aliyan li hev kirin.
Li ser mijara gemarîbûna hawirdorê ya ji ber teqîna li platforma Deepwater Horîzon a şîrketa Brîtîsh Petroleûn (BP) a sala 2010'an de rû da, aliyan li hev kirin. Şîrketê ragihand, ku ji bo h emû zerarên di asta federal, lokal û herêmî de ew ê 20 mîlyar dolar tazmînatê bide.
Wezareta Edaletê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser mijara tazmînatê, bi şîrketa petrolê ya Îngilîz BP re li hev hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di çarçoveya mezintirîn peymana bi hukmê şexsî ya dîroka DYA de, li hev hatiye kirin ku 20 mîlyar dolar tazmînat were dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku der barê tazmînkirina zerarên asta federal, lokal û herêmî de 'dosya hatiye girtin'.
Li platforma Deepwater Horîzon a BP ya li Kendava Meksîkayê, di 20'ê Nîsana 2010'an de teqîneke mezin rû dabû û 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi mîlyonan barîl petrola piştî teqînê li nava okyanûsê belav bûbû, zerareke mezin dabû eyaleta DYA. Ji ber vê yekê, tevî bi deh hezaran masîgiran, bi hezaran şîrketên tûrîzmê jî zerar dîtibûn.