Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşa li hemberî meşa aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir û bang li hikûmeta AKP'ê û PKK'ê kir ku li hevdîtinên aştiyê vegerin.
Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya Hikûmeta Swêdê de cih girt û ji aliyê medya Swêdê ve hat weşandin de Wallstrom diyar kir, ku ew êrîşa li hemberî xwepêşandana aştiyane bi tundî şermezar dike û ji malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.
Wallstrom diyar kir ku têkoşîna li hemberî terorîzmê hevpar e û divê bi hev re bê meşandin û destnîşan kir, ku êrîşa li dijî xwepêşandana aştiyane ya li Enqereyê, êrîşe li dijî azadiya vegotin û xwepêşandanê ye.
Wallstrom ragihand ku niha wezîfeya sereke sekinandina şîdetê ye û ji bo pêkhatina aramiyê bang li hemû aktoran kir, ku ji nû ve li muzakereyên aştiyê vegerin.