Alîkariyên ji KNS re tên kirin diçin ji rêxistina terorê El Nûsra re

Rojnameya Proletaeren a li Swêdê tê weşandin da xuyakirin, ku alîkariyên bi rêya KNS tên kirin, ji baskê El Qaîdeyê El Nûsra diçe, ku ev rêxistin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke rêxistina terorê tê dîtin.

Ji nivîskarên rojnameya heftane ya Swêdê Proletaern Patrîck Paûlov diyar kir, ku alîkariya Swêd, Danîmarka, Tirkiye, Qûweyt û DYA bi rêya Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) ve dikin, ji baskê El Qaîdeyê El Nûsra diçe, ku ev rêxistin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke rêxistina terorê tê dîtin.

Di nûçeyên ku destpêkê di Proletaeren de, dûre jî di medya giştî ya Swêdê de cih girtin de, êrîşên sala 2014'an ên li hemberî bajarokê Ermeniyan Kessab ê li Sûriyeyê, û ziyareta Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya ji Tirkiye û welatên rojava destekê dibîne Ahmed Jabra ya li Kessab a 'hat azadkirin' tên bibîrxistin.

Hat ragihandin ku di dagirkirina Kessab de, baskê El Qaîdeyê El Nûsra ku di nava Koalîsona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) de cih digire roleke diyarker lîstiye. Hat destnîşankirin, ku alîkariyên Swêd û welatên din ên ji bo KNS, ji El Nûsra ya ku ji kuştin û revandina bi hezaran Sûriyeyî, Kurd, Ermenî û Suryanî berpirsyar e, çûne.

Rojnamevan Patrîck Paûlov, ji bo alîkariyên însanî yên ji Swêdê çûne ji Sûriyeyê re lêkolîn bike, çav li gelek rapor û belgeyan gerand û da zanîn ku rapora ji aliyê Navbeynkarê Taybet ê Swêdê yê ji bo Sûriyeyê Jan Thesleff ve hatiye amadekirin nîşan dide, ku di civîna 28'ê Çileya 2013'an a li Parîsê de, Tirkiye, DYA, Fransa û Qatar li ser dayîna alîkariyê ji bo herêmên ji aliyê mûxalefetê ve hatine 'azadkirin' li hev hatiye kirin.

Ji bo navenda fona bi navê Syrian Recovery Trust Fund (STRF) weke Tirkiye tê diyarkirin û berpirsyarê vê fonê jî Banka Navendî ya Elman tê destnîşankirin. Bi mîlyaran kron alîkariya ji vê fonê re hatiye dayîn, bi rêya KNS ji El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê re diçe.

Paûlov da zanîn ku El Nûsra sûc li dijî mirovahiyê dike û bang li Hikûmeta Swêd kir ku alîkariya pere ya dide vî fonî, bisekinîne.