Ji FPO a nîjadperest nehat Viyanayê bi dest bixe
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ku rastgirên tund dixwazin destpêkê vê derê bi dest bixin, Partiya Sosyal Demokrat (SPO), tevî ku rêjeyeke cidî ya dengan winda kir jî, bi ser ket.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ku rastgirên tund dixwazin destpêkê vê derê bi dest bixin, Partiya Sosyal Demokrat (SPO), tevî ku rêjeyeke cidî ya dengan winda kir jî, bi ser ket.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ku rastgirên tund dixwazin destpêkê vê derê bi dest bixin, Partiya Sosyal Demokrat (SPO), tevî ku rêjeyeke cidî ya dengan winda kir jî, bi ser ket. Nîjadperest bûn partiya duyemîn û bi wergirtina rêjeya ji sedî 30 re bêhtir xurt bûn.
Di hilbijartinên Şaredariya paytexta Awûstûrya Viyanayê de, Partiya Sosyal Demokratan (SPO) bi rêjeya ji sedî 39,5 ê dengan re 44 ji 100 kursiyan wergirt. SPO li gorî hilbijartinên beriya niha 5 pûan ê dengan kêm kir û 5 kursî ji dest berda.
Partiya Azadiyan a Awûstûryayê (FPO) a nîjadperest, ku bi wergirtina keleha çepgiran Viyanayê re dixwest ji bo hilbijartinên neteweyî gaveke girîng biavêje, tevî ku dengê xwe zêde kir jî nebû partiya yekemîn. FPO 6 pûan dengê xwe zêde kir û bi rêjeya ji sedî 32 a dengan re hejmara kursiyên xwe ji 27'an derxist 35'an. Lê belê partiya nîjadperest nekarî piraniya kursiyên karibe pê Şaredariya Viyanayê bi rê ve bibe, bi dest bixe.
Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) a di hilbijartinên sala 2010'an de bû partiya sêyemîn, bi windakirina 5,3 pûanan re rêjeya dengê wê daket ji sedî 8,7. Kursiyên OVP ji 13'an daket 7'an.
Partiya Keskan (Grunen) bi kêmkirina 1,5 pûanan re daket ji sedî 11,2'an. Bi windakirina 2 kursiyan re bû xwedî 9 kursiyan.
Partiya Lîberal a bi navê Awûstûrya Nû û Forûma Lîberal (NEOS) a di sala 2012'an de ava bû, tevî ku cara yekemîn tevlî hilbijartinên Viyanayê bû jî, bi rêjeya ji sedî 6'an re 5 kursî bi dest xist.