Li Iraqê 3 teqîn: 63 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Iraqê di encama êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî de herî kêm 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Iraqê di encama êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî de herî kêm 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî medya Iraqê, di êrîşeke xwekukjî ya bi wesayîteke bombebakirî ya li Diyalayê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn. Hat argihandin teqîn li herêmeke qelebalix a bazirgahî lê dihat kirin, rû daye.
Li meydaneke nêzî bajarokê Basrayê jî, di encama êrîşeke din de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyê din, li taxa Husêniyê ya paytexta Iraq Bexdayê, wesayîteke bombebarkirî teqiya. Di vê teqînê de jî 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.