46 hezar girtiyên li girtîgehên federal ên DYA zû tên berdan
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), biryara ji bo berdana zû ya beşek ji 206 mehkûman, dikeve meriyetê.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), biryara ji bo berdana zû ya beşek ji 206 mehkûman, dikeve meriyetê.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), biryara ji bo berdana zû ya beşek ji 206 mehkûman, dikeve meriyetê. Ji ber pirsgirêka cih a li girtîgehan, tê plankirin ku di destpêkê de 6 hezar girtî werin bedan. Çav li rê ye ku ev hejmar bigihêje 46 hezarî.
Di biryara ku par ji aliyê Komîsyona Ceza ya li polîtîkayên li ser sûcên federal dinêre ve hat dayîn de, bi taybetî cezayên sûcên narkotîkê hatibûn kêmkirin.
Komîsyonê ragihand, ku bi giştî 100 hezar bikarhênerên madeyên narkotîkê û 46 hezar kesên madeyên narkotîkê firotine, wê karibin ji kêmkirina ceza sûdê werbigirin. Hejmara girtiyên di kontenjana destpêkê de ji biryarê sûdê werbigirin 6 hezar e.
Tê payîn ku 6 hezar girtiyên di kontenjana destpêkê de, wê di navbera 30'ê Cotmehê û 2'ê Mijdarê de serbest werin berdan.
Li gorî Îdareya Girtîgehên Federal a DYA, heta sala 2014'an li girtîgehên federal ên li welêt, bi giştî 206 hezar girtî û hikumxwar hebûn. Ev hejmar di sala 1980'î de bi tenê 25 hezar bû.
Bi tevlîkirina girtîgehên ser bi eyaletn re ev hejmar digihêje 1 mîlyon 560 hezarî.